ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 9 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Yek ji şaredariyên ku modela jinê ya ku zîhniyeta serdest afirandiye red dike û Navenda Jiyanê ya Jinê vekir û têkoşîna vê dide şaredariya Peyasê ye.  Şaredariya Peyasê bi vê navenda ku vekiriye ji bo jinan derfetên aktîvîteyên sporê yên rehet û biewle pêşkêş dike. DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Komployê cîhana me asîmanê me tarî kir. Birêz Abdullah Ocalan ji ber di aştiyê de israr kir û li dijî şer bû li hember wî komplo pêk anîn.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên esnaf ên WAnê diyar kirin ku pirsgirêka herî mezin a di jiyana kar de dijîn aborî ye û got: “Krîzê bandor li ser hemû kesî kiriye. Êdî cil û bergan jî nayên kirîn û tên kirêkirin. Kard erzan e, alav biha ne.” DÎMEN HEYE
 
*Di 3’yê cotmehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ xwendekara Zanîngeha Dîcleye Fatma Budak ji yurdê hat avêtin. Fatmayê da zanîn ku bi armanca pêşî li fikrên xwendekaran bigirin ev tê kirin û got: “Li dijî vê bertek neyê nîşandan wê bandora pêkanîna dikin zêde bikin. Îro ji yurdê avêtin sibê wê ji dibistanê bavêjin.”  BI DÎMEN
 
* Senem Dogaoglu der barê doza Komkujiya Garê de axivî û got di 9 salan de di alî gumanbariya dewletê de gelek belge û dokuman hatine dosyayê lê yek peywirdarekî cemawerî ku ji bombevanan re eskortî kiriye nehatiye darizandin. Senemê got pêvajoya DMME’ê dane destpêkirin. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut bal kişand kampanyaya ku "Ji Abdullah Ocalana re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" û got: "Di 16'ê Cotmehê de li Kolnê mîtîngek mezin bê lidarxistin. Ez bang li tevlîbûna xurt ji gel dikim." BI DÎMEN 
 
*"Dewleta tirk ne hêza wê ne jî cesareta wê ya tecrîdek wiha bide meşandin nîn e. Hiqûqa sîstema Îmraliyê ji roja destpêkê heta niha ji aliyê hêzên komplogeran ve tê birêvebirin. Rûxmî pêkanîna xebat û çalakiyên di asta cîhanî de jî CPT ku qaşo saziya pêşî lêgirtina îşkenceyê ye, bi hinceta destûr nedayîna dewleta tirk, rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê aşkera nake. Ev çi dide nişandan, ev nîşaneya ku CPT jî parçeyeke ji vê siyaseta qirkirinê ye."  JI PÊNÛSA JINAN