ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2024'AN
- 09:00 10 Cotmeh 2024
- Rojev
*Komkujiya Garê ket 9 saliya xwe. Elîf Ozdemîr a wê rojê li qadê bû û birîndar bû, daxwaza aştiyê ji nû ve dubare kir û got: “Ez bi fikar bûm lê wê rojê çûm. Ji ber ku divê tu tenê aştiyê nefikirî divê ku tu pêk bînî. Ger mirov bawer bikin divê mirov li alî aştiyê bin.” DÎMEN HEYE
*Kesên tevlî "Di bin zexta sansur û oto-sansur de feqa çandî" bûn diyar kirin ku sansur li gorî konjonktora siyasî pêk tê û li dijî tecrîda di qada çandî de tê afirandin divê têkoşîna hevpar bê meşandin. BI DÎMEN
*Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu der barê 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Cîhanê dibe hêvî. Lê tecrîd stratejiyeke ku dixwaze vê hêviyê bifetisîne ye.”
*Bi munasebeta salvegera 26'an a destpêkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kongra Star û Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Apo konferansek li dar xistin. Di konferansê de jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. DÎMEN HEYE
* Jinên der barê tundiya mêr de axivîn diyar kirin ku berpirsê qetilkirin û zextên li ser jinan desthilatdarî ye. Jinan gotin gumanbar ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin û gotin wê têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE