Ji KCDP’ê meş: Peymana Stenbolê dide jiyîn
- 20:23 16 Cotmeh 2024
- Rojane
ÎZMÎR - KCDP li dijî qetilkirina jinan û tundiya mêr meş pêk anîn û bertek nîşanê endamên meclîsa şaredariyê ku jinên hatine qetilkirin sûcdar nîşan didin.
Meclîsê Jinan ên Îzmîrê yên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin(KCDP) li dijî tundiya mêr û qetilkirin ajinan meş pêk anîn û daxuyaniyek dan. Jin li ber Îskeleya Alsancak hatin gel hev û berbi Navenda Turkan Saylan meşiya. Jinan dirûşmeyên ‘peymana Stenbolê dide jiyîn’ berz kirin.
Jinên hatin ber Navenda Turkan Saylan, daxuyanî dan. Nûnera meclîsa jinan a Îzmîrê Tulîn Osmanogullari daxuyanî xwend û gotinên endamên meclîsa şaredariya Îzmîrê yê AKP’î Latîf Aydemî ku gotibû ‘biqasî yê dikuje ya dimre jî sûcdare’ bibîr xist û got: “Qet wijdana we tuneye. Peywira endamên meclîsê ev e ku ji bo jinan bajarên bi ewle ava bikin. Peymana Stenbolê hedef hat giritn. Em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn.”
Jin piştî daxuyaniyê tevli çalakiya runiştinê ya karkerên Fernas bûn