Dengê kolanê: Gel di aştiyê de bi israr e

  • 09:06 31 Çile 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn-Elfazî Toral 
 
STENBOL - Gelê ku bi salane bi polîtîka şer tê birêvebirin der barê daxwaza aştî û pêkanîna aştiyê de axivîn. Jinên ji ajansa me re axivîn  diyar kirin ku divê aştî pêk bê û gavên tên avêtin jî samîmî bin.
 
Bi polîtîkaya şer re gel di nava krîza ku her roj kûrtir dibe de têkoşîna jiyanê didin. Bi butçeya ku ji bo şer tê terxankirin, xebatkar, ciwan, zarok, jin û teqawît hewl didin mehkûmî xizaniyê bibin. Îhtîmala aştî û çareseriya demokratîk ku li hemberî van hemûyan mezin bibe, ji bo gelan bûye hêvî. 
 
Weke JINNEWS’ê me mîkrofona xwe dirêjî gelê Stenbolê kir ku di dema geşedanên siyasî de civak ji bo aştî û çareseriya demokratîk çi difikire.
 
‘Ji bo Tirkiye û herêmê dema aştiyê ye’
 
Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên Partiya Wekhevî û Dekrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragîhand, bi rayagiştî re parve kir. di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo gavên pozîtîf amade ye û banga ‘bila her kes piştgiriya pozîtîf' bide kir û her wiha îfadeyên ‘ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî û wekheviyê ye’ cih girtin.
 
‘Çareseriya civakî’ 
 
Piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heyeta DEM Partiyê bi partiyên siyasî yên meclîsê re û girtiyên siyasî Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Semra Guzel, Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re hevdîtin kir.  Hem ji partiyên siyasî hem ji girtiyan vegerên erênî hebûn. Heyeta DEM partiyê piştî hevdîtinan di 22’ê Çile de dîsa çû Îmraliyê. Piştî vegerê ji ber şewata li Boluyê daxuyaniyek nehat kirin û rayedarên DEM Partiyê di agahiyên ku dan me de îfadeyên wekê ‘Birêz Abdullah Ocalan ne ji bo çareseriyeke navbera desthilatdarî û Îmraiyê ji bo çareseriya civakî amadekariyan dike. Aştî û çareserî wê civakî bibe û pêş bikeve’ bikaranîn. 
 
Aştiyeke çawa?
 
Jineke ku ji mîkrofonên me re axivî da zanîn ku yekane daxwaza wan eve ku demildest şer bidawî be û aştî pêk bê.  Ji bo pirsa ‘aştiyeke çawa?’ jî wiha got: “Ji ber me aştiyeke nedîtiye em nizanin aştî tiştekî çawaye.” Jinan diyar kirin ku pêvajoya heyî veneguheriye pêvajoyeke aştiyê, jidil nabînin û divê gavên şênber bên avêtin.