Li dijî zilmê zindanên derdikevin pêş!

  • 09:04 10 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
Melîke Aydin 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Bastîlle heta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, ji Guantanamo heta girtîgeha Evînê, girtîgehên herî bi xof yên cîhanê bi qasî dîroka zext zilmê, bûn dîroka berxwedan ji bo azadiyê.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan di 15’ê Sibata 1999’an bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê rojê de ye li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. 
 
Girtîgehên ku alava tundiyê ya herî girîng a dewletan e, cihên ku sûcên herî giran tên kirinê ne. Wek girtîgeha Îmraliyê, lîderên siyasî lê tên girtin û dixwazin bi vê hemû civakê ceza bikin. lê tevî zextan berxwedan jî hatin nîşandan.
 
Ji Îmraliyê heta Guantanamo, ji Saydnayê heta girtîgeha Evînê. Dewletan teşeyên tundiyê yên herî giran pêk anîn lê li dijî zextê ev girtîgeh bûn sembola têkoşînê.
 
Me girtîgehên ku wek lekeyeke reş li dîroka mirovahiyê bicih bûne berhev kirin.
 
Sembola Şoreşa Fransayê: Keleha Bastîlle û girtîgeh
 
Girtîgeh û Keleha Bastîlle ku remza şoreşa Fransayê ye di 14’ê Tîrmeha 1987’an de ji aliyê gel ve hatin serdegirtin û girtî hatin berdan. Piştî vê Kral XVI Louîs hat xistin û bi dehezaran kes hatin darvekirin. Sê sal şûnde 1792’an de monarşî hat rakirin. Di 1793’an de Kral XVI. Luîs û Kralîçe Marîe-Antoînette bi sûcdariya îxaneta li welat şandin giyotînê.
 
Keleha Bastîle piştî hat bidetxistin di 5 mehan de ji holê hat rakirin. Mifteya kelehê diyariyê serokê DYA’yê  George Washîngton hat kirin. Piştî serhildanê 7 girtî li girtîgeha Bastîlle man.  Cihê girtîgeh lê bû niha wek Qada Bastîlle tê bikaranîn. Ji 1880’an heta niha 14’ê Tîrmehê  heta niha ‘Roja Bastîlle’ wek cejna neteweyî tê bikaranîn. Hilweşîna Bastîlle têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Fransayê nîşan dide. Hilweşîna Bastîlle dawiya monarşiyê bû.
 
Girtîgeha Saygon:Navê rejîma binpêker
 
 Saygon,  beriya yekbûna 1976’an a Vîetnamê navê paytexta Başurê Vîetnamê Ho Chî Mînh  bû. Di duyemîn şerê cîhanê de DYA’yê Vîetnam dagir kir. Di dema dagirkirinê de gelek komujÎ, îşkence û destdirêjî hatin kirin. Çekên kîmyewî yên wekê bombeya napalmê hatin bikaranîn.  Saygon di 1975’an de ji aliyê Artêşa Gel a Vîet Cong û Vîetnamê ve ji dagirkirinê hat xilaskirin.
 
 Yek cihên ku li Saygonê sûcên herî giran yên mirovahiyê lê hat kirin girtîgeha Saygon bû. Ev girtîgeh ji aliyê rêveberiya mêtînger a Fransayê ve hat avakirin piştre ji aliyê hikûmeta Vîetnamê ya bin kontrola DYA’yê de hat bikaranîn. Ji bo girtiyên siyasî dihat bikaranÎn. Ev girtîgeh heman demê de zilm û zextên rejîma mêtînger  tesmîl dike.
 
Yên li dijî mêtîngeriyê dihatin cezakirin
 
Saygon piştî dagikirina Fransayê di 1890’an de hat avakirin. Ji bo girtiyên siyasî bên cezakirin hat avakirin. Girtî di şert û mercên xerab de dihatin girtin.Ev girtîgeh wek ‘sêgoşeya mirinê’ dihat binavkirin. Nava demê de hejmara girtiyan derket du hezarî û ji ber vê avahiyên nû hatin çêkeirin. Li gorî rapora rêxistina mafê mirovan piştî şerê Vîetnamê  li girtîgeha Saygon 35 hezar, li gorî temînan jî piranî sivîl 200 hezar kes tê de girtîbûne ji van 31 hezar jî dilgirtiyên şer yên Vîetnamê bûn. Girtîgeha Soygon îro veguhertina Pirtûkxaneya Giştî ya Bajarê Ho Chî Mînh ya herî mezin a Vîetnamê. 
 
Ji fîlm û pirtûkan re bû mijar
 
Girtîgeha Saygon û şerê Vîetnamê ji gelek belgefîm, pirtûk û fîlman re bû mijar. Girtîgeha Saygo sembola zext û binpêkirinê ya li Vîetnamê bû.  Ligel vê wek şahidê têkoşîna li dijî rejîman hat dayîn di dîrokê de cihê xwe girt.
 
Kampa leşkerî ya Guantanamo:Sembola îşkence û dijhiqûqiyê
 
Kampa Leşkerî Guanatanamo, piştî êrîşa El Kaîdeyê ya di 11’ê îlona 2001’ê de pêk anî şûnde ji aliyê rêveberiya DYA’yê ya di bin serokatiya George W.Bush ve  li Korfeza Guantanamo ya Kubayê hat avakirin. Ji ber hiqûqa navneteweyî li vir derbas nebû ev der hat tercîhkirin.
 
Heta niha zarok jî tê de 780 kes li kampana Guantanamo ku bi îşkence û binpêkirina mafan tê zanîn girtî man.  Yek jê li dadgeha sivîl 739 kes li girtîgeha leşkerî hatin darizandin. 9 kesî jî binçavan de jiyana xwe ji dest da.  Di roja îro de hejmara girtiyên tê zanîn 35 e lê ji van 16 heb tên sûcdakririn. TEvî detur hatiye dayîn bê berdan jî girtina wan didome.
 
Wek lekeya reş derbasî dîrokê bû
 
Ji bo girtina Guanatanamo heta niha tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Li girtîgeha Guantanamo îşkenceyên giran û binpêkirinên mafan yên giran hatin jiyîn. Ev di raporên hatin weşandin jî derket holê.  Guantanamo ku di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ hat avakirin, wek girtîgehek ku bi binpêkirinên mafan tê zanîn derbasî dîrokê bû.  Guantanamo ne tenê wek girtîgehekê wek cihê ku hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan tune hat hesibandin di dîrokê de cihê we girt.
 
Girtîgeha Evînê
 
Girtîgeha Evînê li Îranê di dema şadê dawî Riza Pehlevî de di 1971’ê de bi armanca girtina girtiyên siyasî li Tehranê hat avkirin.  Piştî şoreşa îslamî  rojnameger, xwendekar, aktîvîst û parêzvanên maf yên li dijî rejîmê li wir hatin girtin. 
 
Di 1988’an de bi hezaran girtiyên siyasî hatin darvekirin. Bi taybet piştî qetilkirina Jîna Emînî gelek rojnameger, welatî û aktîvîst li vir hatin darvekirin.îro hîna bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgeha Evînê girtîne.  Rêxistina Mafê Mİrovan û Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) der barê binpêkirinên girîgeha Evînê de gelek rapor weşandin.
 
Li girtîgehê ji ser kapasîteya wê zêdetir, 15 hezarî zêde girtî hene. Li girtîgehê ji ber kapasîteyê girtî li erdê radizên û zext û îşkenceyên li ser girtiyan bi awayekî sîstematîk tên meşandin û ev îşkence hatine îfşakirin.
 
Îşkence hat îfşakirin, fîlm hatin kişandin 
 
Gelek kesên di girtîgeha Evînê de mane tiştên hatine jiyîn îfşa kirin. Her wiha tiştên li girtîgeha Evînê hatine jiyîn bûn mijara gelek fîlman. Girtîgeha Evînê ruyê tarî yê rejîma zextxwir a Îranê temsîl dike.
 
Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê
 
Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê piştî darbeya 12’ê îlona 1980’ê şûnde veguherî kampa berhevkirina siyasetmedar, rewşenbîr û demokratan. Pêvajoya darbeyê de li hemû girtîgehên Tirkiyeyê îşkenceyên giran hebû.  Hinek ji van Metrîs, Sagmalcilar û Mamak bûn. Lê  li girtîgeha Hejmar 5 a Amedê laboratuvareke ku rêbazên îşkenceyên taybet lê dihatin kirinê bû. Ji damezrînerên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Orhan Saribal, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî pêkanînên dijmirovahiyê ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. Di 21’ê Adara 1982’an de Mazlum Dogan bedena xwe da ber agir û îşkence protesto kri. Sakîne Cansiz bi berxwedana li dijî îşkenceyê bû yek ji pêşengan.
 
Hîmê girtîgehê 1972’a de hat avêtin û 1980’ê de ket faliyetê. Piştî darbeyê li girtîgehê îşkenceyên sîstematîk hatin destpêkirin. Girtiyên siyasî sewqê wê girtîgehê kirin û wek hedefa îşkenceyê bi taybet girtî hatin hilbijartin. Armanca vê bênasnamekirin bû. Lê li Amedê tevî hemû îşkenceyên giran  û binpêkirinên dijmirovanî berxwedanek bi heybet hat meşandin.