Di doza Îpek Er de geşedanên nû: Derbarê Mûsa Orhan de îdianameya nû

  • 15:42 12 Adar 2025
  • Hiqûq
 
Dîlan Babat - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Derbarê çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bibû sedem ku xwe bikuje, îdianameyeke nû hat amadekikirin. Dê doz carekdin di 29'ê Gulanê dê dîtin. 
 
Îpek Er a li navçeya Qubîn a Êlihê dijiya, di 1’ê Tîrmeha 2020’an de ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve li Sêrtê destdirêjî lê hat kirin û di encama destdirêjiyê de Îpek Er di 16’ê Tîrmeha 2020'an de hewlda dawî li jiyana xwe bîne. Îpek Er 34 rojan li nexweşxanê hat dermankirin û 18’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Beriya întîxarê, Îpek Er û malbata xwe ji bo gumanbar bê cezakirin hewl dan. Îpek Er bi malbata xwe re çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û gilî kir. Îpek Er 7’ê Tîrmehê de di îfadeya xwe de gotibû: “Derman da min, ez ne li ser hişê xwe çûm, destdirêjî li min kir. Ez hişyar bûm min got te çima wisa kir wî jî got ‘ez ji dewletê re dixebitim, mereq neke ez ê bi te re bizewicim’. Piştre got ez ê te bişînim Îzmîrê cem xizmê xwe. Bîlet girtibû. Min got bişîne cem malbata xwe lê got niha nabe. Ez 1’ê Tîrmehê de çûm Îzmîrê. Ez li Mûsa geriyam lê min bersiv negirt. Piştre min xwe negîhandê. Ji wê rojê şûnde min xwe negîhandê. Min ji facebookê peyam şand bersiv nade. Psîkolojiya min xera bû. Ez dixwazim ev kes bi awayekî herî giran bêcezakirin. Ez şev û roj digirim. Hatime asta întîxarê.”
 
Mûsa Orhan di 19’ê Tebaxê de hat girtin. Li ser îtîraza parêzerê gumanbar Mehmet Erkan Akkuş, di 25’ê Tebaxê de biryara tahliyeya wî  hat dayîn. Yekemîn runiştina doza Mûsa Orhan jê dihat darizandin di 16’ê Cotmeha 2020’an de li yekemîn dadgeha ceza giran a Sêrtê hat dayîn. Rûniştina biryarê jî di 3’ê Kanûna 2021’ê de hat dayîn. Heyetê ji sucê îstîsmara zayendî 12 sal ceza xwest. Lê ji rewşa baş daxistin 10 salan. Biryara negirtî darizandinê hat dayîn. Di encamê de gumanbar li derve digere.
 
Derbarê dozê de geşedanek nû pêk hat û ji hêla Serdozgeriya Elihê ve derbarê Mûsa Orhan de îdianameyek nû hat amadekirin. Îdinameya ku hat amadekirin ji hêla 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Êlihê vê hat qebûlkirin. 
 
Di îdianameya ku hat amadekirin de nameya Îpek Er, gotinên şahîdan û raporên Saziya Tiba Edli hat esasgirtin. Hat diyar kirin ku Îpek Er di nameya xwe de qala destdirêjî, tehdît û bêçaretiya xwe dike. Berpirs jî Mûsa Orhan nîşan dide. Îfadeyên bijîşk û hemşîre ên ku Îpek Er deman dikir jî di îdianameyê de cih girt. Her wiha îfadeyên malbatê jî di îdianameyê de hat bicihkirin. 
 
Dê danişîna ewilî ya dozê di 29'ê Gulanê de bê dîtin.