
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê roja ewil a serdanên xwe temam kir
- 18:12 12 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê roja wil a serdanên rêxistinên jinan yên partiyên siyasî temam kir. Heyet sibê wê bi EMEP û AKP’ê re hevdîtinê bike.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ku îro serdanên xwe da destpêkirin ya sêyemîn bi Buroya Jinan a Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) re domand. Hevdîtin li avahiya TÎP a Enqereyê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî, endama Kordînasyona Jinan û Lijneya Rêvebre a Navendî (MYK) Canan Çalagan di heyetÊ de cih girtin.
Hevdîtinn nêzî nîv saetê berdewam kir. Endama Buroya Jinan a PM a TÎP’ê Îlke Kumartaşlioglu û rêvebera TÎP a Enqereyê Îrem Varol heyeta meclîsa jinan a DEM Partiyê pêşwazî kir. Heyata TÎP’ê diyar kir ku wê piştgiriya xwe bidin pêvajoya aştî û demokratîkbûnê.
Meclîsa jinan serdana xwe ya îro temam kir.
Heyet sibê bi EMEP û AKP’ê r hevdîtinê dike.