Di 30’emîn salvegera komkujiya Gaziyê bîranîn

  • 19:46 12 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL- Kesên ku di Komkijiya Gaziyê ya 12’ê Adara 1995’an de hatin qetilkirin hatin bi bîr anîn.
 
22 kesên ku li Taxa Gazî yê navçeya Sultangazî ya Stenbolê di 12'ê Adara 1995'an de bi êrîşekî hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Çalakî li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.
 
Çalakiya bîranînê bi vekirina abîdeya ku ji bo bîranîna qurbaniyan hate avakirin, destpê kir. Xizmên kesên ku di komkujiyên Gazî û Umraniyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn.
 
Di çalakiyê de ewil Hevseroka Komaleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan axivî û bal kişand ser rola Elewiyan a di pêkanîna aştiya civakî ya li Tirkiyeyê de.
 
Piştre Parlementerê DEM Partî yê Stenbolê Celal Firat mafê axaftinê girt û wiha got: “Em ji Kerbelayê heta niha gelek êş kişandin. Em çima van êşan dikşînin? Heta niha tu saziyên me ji bo tu komkujiyekî fetwa neda.” Firat li pêşiya abîdeyê bal kişand ser berpirsyariyekî civakî.
 
Girseyê piştî axaftinan heta postaxaneya kevin ku komkujî lê hate kirin meşiyan. Li vê derê keça Mehmet Gunduz ku 12’ê Adar 1995’an de hat qetilkirin, Sînem Gunduz daxuyaniya çapemeniyê xwend. Gunduz wiha got: “Armanca kujeran ew bû ku bi derxistina pevçûna Elewî-Sunnî gel li hev bide sorkirin. Xelkê Gaziyê armanca van provakasyonan dizanîbû.” Gunduz bilêv kir ku divê berpirsyarên demê bên cezakirin.
 
Girse piştî daxuyaniya ji pêşiya postaxaneyê ber bi goristana ku kesên hatine qetilkirin hatine veşartin meşiyan û bîranînê bi dawî kirin.