
Komxebata Jinan ya Xweparastinê hat lidarxistin
- 10:04 10 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin” de, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Peyasê komxebata xweparastinê li dar xist.
Di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin” de, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Peyasê komxebata xweparastinê li dar xist.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Peyasê di civîna komxebata parastinê de bal kişand ser xala xweparastinê û bi daxuyaniyekê wiha bi encam kirin: “Xweparastin ji bo jinan ne tenê bi teknîkên fizîkî ve ye, di heman demê de pratîka berxwedan û hêzê ye. Ev komxebat ji bo jin mafê xwe yê parastina sînorên xwe, pêşîlêgirtina êrîşan û parastina xwe bikin, deriyê qada hevgirtinê vedike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê ya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de bi van gotinan bi dawî kir: “Bi mezinbûna têkoşîna kesayetî û bi tevahî a li dijî tundiya li ser jinê, em bi hev re tev bigerin. Di civîna me de hat nîqaşkirin ku em ê ne tenê parastina jinê ya fizîkî, di heman demê de em ê parastina jinê ya derûnî jî bikin.” Di hemû qadên jiyanê de çavkaniya xwerêveberiyê ya ku bi hev re li dijî tundiyê bisekinin, hate nîqaşkirin.