'Jin wê bibin pêşengên çareseriya demokratîk'
- 19:01 10 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar a ku piştî meşa di pêşengiya TJA'yê ya li Wanê hat lidarxistin de daxuyanî da got, "Gelo ji soza çareseriyê bi rûmettir tiştek heye?" Çîgdem Kiliçgun Uçar Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi bîr xist û destnîşan kir ku jin wê bibin pêşengên çareseriya demokratîk.
Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê dimeşin" meşek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî di nav de bi sedan jinan xwestin ji Kolana Sanatê heta ber avahiya bajêr a DBP’ê bimeşin. Destür ji meşa jinan re nehate dayîn. Dema jinan dest bi meşê kirin polîsan êrîşî jinan kir. Jinên ku di nav wan de parlamenter jî hebûn bi zextan re rû bi rû man.
Polîsên ku tundî li gelek jinan kirin, bi dehan kes li erdê kaş kirin û binçav kirin. Jin hem di dema binçavkirinê de hem jî di otobusên ku lê hatibûn bicihkirin de rastî tundiyê hatin, gel bi dirûşman bertek nîşanî êrîşê da. Gel li hev kom bû û piştgirî da parlamenterên ku li Kolana Cumhuriyetê bi dirûşmeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê ya saetekê parlementeran megafon girtin û banga bertekên li kolanan kirin. Bi sedan kes tevî parlamenteran ber bi Kolana Cumhuriyetê ve meşiyan. Ciwan bi qîrîna dirûşman li gelek kolanan meşiyan.
Piştî meşê bi sedan jin li ber avahiya bajêr a DBP'ê hatin cem hev û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Yê ku rêve dibe tu yî, spas ji bo hêza te", "Jin, ber bi azadiyê ve dimeşin", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî. berz kirin.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyaniyek da. Jinên li ber DBPê kom bûn pankarta “Jin, ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin û dirûşmên “jin jiyan azadî, azad dike rêbertî” û “bijî serok apo” berz kirin.
‘Ocalan di ciheke 12 metrekare de çareseriyê diafirîne’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar êrîşa polîsan şermezar kir û got ku gaz avêtin nav çavên jinan û bi kaşkirinê ew binçavkirin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar, destnîşan kir ku walî, emnîyet û rêveberiya navendî gava mesele dibe jin, dibe Kurd çawa êrîşkar dibin tê dîtin û wiha got: “Em bimeşin û dirûşman biavêjin wê dewlet parçe bibe? Hûn vî welatî parçe dikin. Em jin em ê li her derî biqîrin, heta demokrasî nehê vî welatî dê êrîşên wiha berdewam bikin. Ev welat di destê kapîtalîzmê de dirize, ev desthilat siyasetê dirizîne. Di berbanga nîqaşên çareseriyê de em dixwazin 15ê sibatê ku heta niha weke rojeke reş dihat pênasekirin, weke roja azadiyê bi bîr bînin û bi awayeke azad bijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cihekî 12 metrekare de çareseriyê diafirîne.”
‘Ji pêvajoya nû ya aştiyê netirsin’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku ew dê weke jin perspektîfa aştiyê, perspektîfa çareseriya demokratîk a ku dê çêbibe, pêk bînin, bimeşînin. Çigdem Kiliçgun Ûçar ev tişt got: “Li hemberî hemû astengiyan em ê li qadê bin. Em ê li dijî zihniyeta ku Rojîn Kabaîş kuştiye, li dijî zihniyeta ku Narin Guran kuştiye, li dijî zihniyeta ku Gulistan Dokû ne dîtiye, şer bikin. Em ê bibin pênûsê Nagihan Akarsel, kameraya Cîhan Bilgin. Em ê vê têkoşînê bi bîranîna wan canên ku me winda kirin, bidomînin. Bila tu kes netirse, ji pêvajoya çareseriyê ya nû, ji nîqaşên demokratîk netirse û xwedî derkeve. Gelo ji bo çareseriya demokratîk, aştiyeke bi rûmet li vî welatî, erkeke bi rûmettir heye? Di daxuyaniyên Birêz Abdullah Ocalan de hêvî heye, aştî û jiyana bi hevre heye û em ê heta dawiyê ji bo vê yekê têbikoşin. ”
Daxuyanî bi dirûşm “bijî serok apo” bi dawî bû.