
Li gorî anketan ziman di xetereyê de ne
- 09:03 20 Sibat 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç der barê daneyên di çarçoveya anketên ‘asta bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz’ axivî û diyar kir ku zimanê dayikê esas herî mezin a nasnameya civakan e û her diçe zimanê dayikê nayê bikaranîn, nayê pêşxistin, tê jibîrkirin û polîtîkaya yekparêziyê pêk tê.
Navenda Lêkolîna Qada Sosyo Polîtîk (SAMER), di navbera 28’ê Çile û 11’ê Sibata 2025’an de li 22 bajaran bi tevlibûna welatiyan anketa ‘Asta bikaranîna zimanên ji bilî Kurdî tên axaftin û daxwazên der barê zimanên dayikê de’ pêk anîn. Anketa ku onlîne pêk hat hezar û 285 kes tevli bûn. Ji bajarên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Erzirom, Semsûr, Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlîg, Agirî, Antalya, Mêrsîn, Şirnex, Bursa, Dîlok, Êlih, Colemêrg, Dêrsîm, Meletî, Edene û Sêrtê welatî tevli bûn.
Di anketê de sê pirs hatin pirsîn. Di beşa yekemîn de pirsên temen, zayend, rewşa perwerdehiyê, ya duyemîn de zimanê dayikê, axaftin, bikaranîn û di beşa sêyem de jî der barê daxwaz û pêşniyaran de pirs hatin pirsîn.
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, der barê daneyên ji anketê derketine de axivî.
Yuksel Genç çarçoveya xebeta anketê wiha vegot: “Anket li 22 bajarên Tirkiyeyê pêk hatin. Piranî bajarên Kurdistanê bûn. Bi taybet Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Semsûr, Meletî, Erzirom û Wan derket pêş. Xebata me xwe gîhand hezar û 300 kesî. Yekane şertê me ev ku yên zimanê wan ne Tirkî ne û bi zimanê xwe diaxivin e. Me xwest em bibînin ku zimanê dayikê çawa tê bikaranîn, çawa tê parastin û pêşxistin. Xebata me encamên balkêş derxistin holê.”
Zarokên bin temenê 11’an de pir kêm zimanê xwe dizanin
Yuksel Genç bi lêv kir ku yek ji encama herî mezin a derket pêş zarokên di bin temenê 11’an de pir kêm zimanê dayikê daixivin û wiha got: “Ji 5 zarokan yek bi zimanê dayika xwe naxivin. Me dît ku zarokên di bin temenê 11’an de zêde zimanê dayikê bi kar naynin û li gorî çavdêriyan beşek zarokan jî di jiyana rojane de zimanê xwe diaxivin. Di heman demê de nizanin jî. Em dibînin ku her ku temen dikeve bi zimanê dayikê xwendin û nivîsandin jî dikeve. Ev dane girîng e.”
Hinek ziman û zarava bi sînor tên bikaranîn
Yuksel Genç destnîşan kir ku tedbîr neyên girtin wê ziman winda bibin û got: “Hinek zaravayên Kurdî bi awayekî dramatîk her ku temen dikeve rêjeya axaftinê jî dikeve. Ev ne tenê di alî Kurdî û zaravayên wê de, ev di alî Ermenkî, Suryankî, Pontusî, Çerkezî de jî wisa ye. Bikaranîna ziman mixabin bi sînor e. Di xebata me de hatiye tespîtkirin. Ji ber vê jî tedbîr neyên girtin wê winda bibin.”
‘Mirov ji ber zimanên xwe bi newekheviyê re tên rû hev’
Yuksel Genç anî ziman ku yek ji encamên di xebata wan de derketiye pêş ev e ku mirov ji ber zimanên xwe yên dayikê bi newekheviyê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Beşek mezin a mirovan difikirin ku ji ber zimanê xwe bi newekheviyê re tên rû hev. Di xebata me de rêjeya kesên zimanê xwe fêm dikin jî derdikev pêş. Mînak rêjeya kesên ku dibêjin zimanê xwe fêm dikin gelek zêde ye. Ji her sê kesî du heb dibêjin zimanê xwe baş fêm dikin. Lê rêjeya axaftinê dikeve.”
Girîngiya bikaranîna ziman a di jiyana rojane de
Yuksel Genç di axaftina xwe de diyar kir ku yek ji encama din a di xebatê de derikeve pêş zimanê dayikê di jiyana xebatên de hewcedar nayê dîtin û wiha got: “Ev girîng e. Ger ku bê xwestin zimanê dayikê veneguhere hêmayek folklorîk divê li ser perwerdehiya zimanê dayikê bê sekinîn û polîtîka bên afirandin.”
Pêşxistina ziman û parastin
Yuksel Genç di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku encama hepvar a ji xebatê derketiye holê ev e ku hemû welatiyên tevli anketê bûne dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û wiha dawî lê anî: “Zimanê dayikê esas herî mezin a nasnameya civakan e û her diçe zimanê dayikê nayê bikaranîn, nayê pêşxistin, tê jibîrkirin û polîtîka yekparêziyê pêk tê. Li dijî vê divê xebatên teşwîqikrinê bê meşandin û xwedî li ziman bê derketin, bê parastin. Der barê vê de divê kampanyayên xurt û rêzeçalakiyên der barê xurtkirinê de bên meşandin.”