
Dadger biryara 'hewceyî lêkolînê nake' rakir
- 10:45 20 Sibat 2025
- Hiqûq
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna ku di 11’ê Tebaxa 2022’yan de der barê Oznurê de hatibû vekirin de biryara "hewceyî lêkolînê nake" hatibû dayin. Hat diyarkirin ku dadgerê biryara "hewceyî lêkolînê nake" daye û dadgerê ku ceza li Oznurê biriye heman kes in.
Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger di 7’ê Sibatê de li Mêrdînê lêdan xwar û piştre li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku di 11’ê Tebaxa 2022’yan de der barê Oznurê de hatibû vekirin de biryara "hewceyî lêkolînê nake" hatibû dayin.
Hat diyarkirin ku dadgerê biryara "hewceyî lêkolînê nake" daye û dadgerê ku ceza li Oznurê biriye heman kes in.
Delîlên nû wekî hincet nîşan dan
Têkildarî biryara "hewceyî lêkolînê nake" ya dadgehê di 11'ê Tebaxa 2022'yan de dabû Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di 2'yê Çileyê de ji bo ev biryar rabe serî li 2'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê da. Di serlêdanê de bidestxistina delîlên nû wekî hincet hat nîşandan û daxwaza rakirina biryarê hat kirin.
2'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî li ser vê serlêdanê biryar da ku wê biryara "hewceyî lêkolînê nake" rakir.