Têkildarê îşkenceya li Wanê dê serî li CPT'yê bidin
- 11:17 20 Sibat 2025
- Rojane
Derya Ren
WAN - Endama OHD'ê ya Wanê Mehtap Işik, ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, der barê îşkence û binçavkirina bi sedan kesan de nirxandinan kir, diyar kir ku ew ê ji bo îşkenceyê serî li CPT'yê bidin.
8'emîn danişîna doza ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kiriye" di 11'ê Sibatê de hat dîtin. Dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan birî. Piştî ceza hat dayîn gel li ber avahiya şaredariyê dest bi nobeda girseyî kir. Di 15’ê Sibatê de polîsan bi ser avahiya şaredariyê ya ku nobeda lê lê dewam dikir de girtibû û di nav de rojnameger jî heyî bi sedan kes bi îşkenceyê binçav kiribûn. Piştî ku polîsan avahiya partiyê dagir kir, ji aliyê walitiyê ve hat ragihandin ku qeyûm tayînî şaredariyê kirine.
Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komele Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî tayînkirina qeyûm û îşkenceya ku polîsan li welatiyan kirî raporek parve kir. Di raporê de hat gotin ku ji roja 15’ê Sibatê heta niha di protestoyan de 70 jê zarok bi giştî 348 kes hatin binçavkirin, 55 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Derbarê mijarê de endama OHD'ê ya Wanê Mehtap Işik ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
'Bi ser avahiya şaredariyê de girtin'
Mehtap Işik, diyar kir ku di 15’ê Sibatê saet 04:00’an de polîsan bi ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtiye û got: “Li avahiya şaredariyê gelek kes hebûn. Ji bo parastina vîna gel bû. Tevî ku gel di avahiyê de bûn, polîsan bi mudaxeleya giran hewl dan bikevin hundir. Di dîmenên ku ketin destê me de û di çapemeniyê de cih girtin, polîs bêyî hişyariyê bi gaza îsotê û guleyên lastîkî mudaxeleyî gel kirin. Mudaxeleya li wir hat kirin jiyana mirovan dixe xeteriyê û di asta îşkenceyê de bû. Wê rojê nêzî 130 kes hatin binçavkirin. Û ji nîvê zêdetir jî hatin îşkencekirin. Di nava kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de muwekîlên me jî hene. Rapora êrişê hat girtin û hat diyarkirin ku îşkence lê hatiye kirin. Kesên ku nedikarîn bimeşin hebûn, kesên ku gihaştine asta ku çavên xwe winda bikin hebûn."
'Destwerdaneke cidî hat kirin'
Mehtap Işik, anî ziman ku di encama êrişa polîsan a li dijî avahiya şaredariyê de gelek kes ji ber gaza bîberê xeriqin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 15’ê Sibatê de îşkenceyeke pir giran hat kirin. Hem wekî hiqûqnas û hem jî wekî parêzvanên mafên mirovan, em dizanin ku destwerdanek bi vî rengî bêyî hişyarî û bêyî ku cih bide wan kesan, li dijî hiqûqê ye. Li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û peymanan tevdigerin. Destwerdanek pir cidî ji aliyê hiqûqê ve hat kirin. Muwekîlên me yan serê wan pêçandin, milên wan pêçayî, yan jî çavên wan birîn bûn. Piştî îşkenceyê, vê carê bi awayekî derqanûnî hat binçavkirin."
'Dê serlêdana sûc bikin'
Mehtap Işik anî ziman ku weke parêzer dê der barê îşkenceyê de serlêdana sûc bikin û bal kişand ser rapora ku duh amade kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hat diyarkirin ku ji 348 kesên hatin binçavkirin 55 kes di bin xeteriya jiyanê de ne. Hat diyarkirin ku ev kes bi guleyên lastîkî birîndar bûne û bi taybetî ji serî û sînga wan de jî perçiqandine. Em ê vê raporê bigihînin mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî. Em ê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) bidin. Her wiha em ê serlêdanên sûc bikin. Ji ber ku îşkence di jiyana mirovan de cihekî girîng e. Mafê jiyanê yê gel ketiye xeterê. Ji ber ku mafê xwe yê protestoyî yê demokratîk bikar anîn, rastî muameleyên bi vî rengî hatin. Em ê serî li hemû mekanîzmayên pêwîst bidin."