
Ayla Akat Ata: Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye
- 14:12 20 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Di çalakiya bi beşdariya bi hezaran kesî ya li Wanê hate lidarxistin de bal hat kişandin ser têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê, aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata di daxuyaniyê de axivî û got: "Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye."
Çalakiyên berxwedanê yên ku piştî tayînkirina qeyûmê li Wanê li bajêr destpê kiribûn dewam dikin, îro bi beşdariya aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, li Kolana Cûmhûriyetê ya navçeya Reya Armûşê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Qayûm xespkirina îradeyê ye, ji xespkirina îradeyê re na!" hat vekirin. Dirûşmên wek "Qayîm diz e", "Bijî berxwedana Wanê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî, axivî û bal kişand ser berxwedan xelkê Wanê û da zanîn ku dê heta serkeftinê li qadan bin.
Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku ew hemû kesên li ber xwe didin silav dikin û got: "Li dijî polîtîkayên qeyûman ên dewletê ti gotinek negotiye, ti çalakî nehatine kirin. Tevî desteserkirina îradeyê, binçavkirin û girtinan jî kesek bi ser dikeve? Na. Gel di hilbijartina 31'ê Adarê de 14 şaredarî qezenç kir. Ligel vê yekê îktîdar şerm nake qeyûm tayîn dike. Rêberê Gelê Kurd Ocalan amadekariya bangek dîrokî dike. Pêwîste xwedî derketinek çêbibe. Birêz Bahçelî peyamên zelal da. Rayedarên dewletê jî helwesteke ji nedîtî ve nedan. Ev jî nîşan dide ku li vî welatî pêwîstiya her kesî bi aştî û demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê divê dev ji van polîtîkayên qeyûm berdin."
Ayla Akat Ata diyar kir ku yên bi zîhniyeta talanê li ser desthilatdariyê bin, nikarin heta hetayê li ser desthilatdariyê bimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rastiya li meclîsê li qadan derkeve holê. Soza me ya duh azadî, wekhevî, azadiya birêz Ocalan bû ku mifteya çareseriyê ye, îro jî berxwedana me bi heman daxwazê li vir e. Bijî berxwedana Wanê!"
Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.