
Qeyûm nivîsa ‘jin jiyan azadî’ jê bir
- 18:17 20 Sibat 2025
- Rojane
SÊRT- Qeyûm Kemal Kizilkaya ku tayînê şaredariya Sêrtê bû, nivîsa bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya li dîwarên Parka Kizlar Tepesî ya ‘jin jiyan azadî’ û wêneyê Jîna Mahsa Amînî û jinên din nîvê şevê de paqij kir.
Qeyûm Kemal Kilzilkaya yê di 29’ê Çile de tayînê şaredariya Sêrtê bû, nivîsa bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya li dîwarên Parka Kizlar Tepesî ya ‘jin jiyan azadî’ û wêneyê Jîna Mahsa Amînî û jinên din nîvê şevê de paqij kir. Dîwar bi rengên ku girtîgehan tîne hişê mirovan boyax kirin.