
ROJEVA 21'Ê SIBATA 2025'AN
- 09:00 21 Sibat 2025
- Rojev
*"Dema yekitiya neteweyî tê destgirtin, mirov li 50 salên dawî yên tevgera Kurd binêrin fêm dikin. Di dîrokê de jinên Kurd di mijara yekitiya neteweyî de çi kiriye, di çavkaniyan de tuneye. Bêguman di zemînên siyasî yên giştî de jinan cih girtiye. Jinan di partiyên xwe de di nîqaşên yekitiya neteweyî de cih girtine. Lê bi nêrîna jinan hatiye mêzekirin an jî bi nêrîna partî an jî mêr de, ev divê bê nîqaşkirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Aktîvîsta zimanê Kurdî Mîne Karataş derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ajansa me re axivî û peyam û banga xwe ya ji bo roja zimanê dayikê wiha vegot: “Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.” BI DÎMEN
*Jinên Îrlandayê ku ji bo pêvajoyên şer û pevçûnan bidawî bibin xebatên girîng meşandin, bi tecrubeyên xwe, di vê pêvajoya ku îro pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirinê de, bîrek girîng ava dike. DOSYA
*Femînîst aktîvîsta Îranî Elnaz Sarbar, diyar ku cezayê darvekirina li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn hewldana çewisandina berxwedana jinê ye û got ev zext jinên Îranê û Kurd zêdetir tîne gel hev. Elnaz Sarbar her wiha got kesên girêdayê hikûmeta Îranê li welatên din hewl didin zextan rewa bikin û got divê civaka navneteweyî vê bibîne.
*Piştî qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Wanê bû şûnde bi sedan kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Guneş Ogmen a bi lêdanê hat binçavkirin wiha got: “Li Wanê encama hilbijartinê ya ji 14’yan 14 hezim nekirin. Xwestin vê tolê ji me bigirin.” BI DÎMEN