
51 kesên di bin çavan de birin edliyeyê
- 11:24 21 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - 51 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî HDK’ê de hatibûn binçavkirin, ji bo îfadeyên wan ên li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dabû destpêkirin de, di 18'ê Sibatê de li 10 bajaran di serdegirtina malan de rojnamevan, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 51 kes hatibûn binçavkirin.
51 kesên hatin binçavkirin piştî karên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bûn, ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.