Bi coşa 'Newroza Azadiyê' gel li qadan e
- 11:44 23 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên ku bi dirûşma "Rêbirtiya Azad Civaka Azad" daketin qadan Newrozê pîroz dikin.
Bi boneya Newrozê li gelek navendan gelan bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan.
Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşmên "Rêbertiya Azada Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" li gelek navendan dewam dikin. Gel li herêmên Aydin, Bursa, Stenbol, Denîzlî, Antalya, Edene, Enqere, Konya, Dîlok, Çanakkale, Balikesir, Artvîn-Hopa, Hatay-Îskenderûn, Tekîrdag, Meletî, Kirşehir, Pazarcik, Muğla-Datça ji bo pîrozbahiya Newrozê hatin gel hev.