
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
- 14:35 23 Adar 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan ên li Japonyayê li Tokyoyê Newroz pîroz kir.
Kurdên li Japonyayê û dostên wan Newroz li Stadyuma Mitsuike ya li Parka Akigashi ya parêzgeha Saitama ya li bakurê Tokyoyê pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de mûzîk û govendên kurdî hatin pêşkêşkirin û stran jî ji aliyê hunermendên Kurd ên xwecih hatin gotin. Di pîrozhiyê de her wiha xwarinên ji çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Cil û bergên neteweyî û coşa pîrozbahiyê jî bal kişandin.
Biryar bû ku Newroz 20’ê Adarê hatiba pîrozkirin, lê ji ber barîna berfê hatibû taloqkirin.