Xebatên tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê

  • 11:43 11 Nîsan 2025
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Li kompleksa werzîşê ya 500 Evlerê ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, bi xebatên werzîşê yên jiyanî û tenduristî ku ji bo jinan daye dest pê kirin, balê dikişîne. 
 
Xebat û perwerdehiya li kompleksa werzîşê tê organîze kirin, rê dide jinan ku hem di warê tenduristiya kesayetî baştir bike û hem jî stresa di warê jiyanî de ji holê rake. Bernameya ku bi xebatên cur be cur ên wek bazdan, pilates û temrînên cihê cihê hatiye dewlemend kirin, hefteyê 5 rojan ji beşdaran re tê pêşkêş kirin.
 
Jinên ku dixwestin beşdarî van xebatan bibin, qeydên xwe li navendên girêdayî Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê çêkirin û beşdarî kursan dibin. Heta nuha 30 jin ji bo tevlî kursên jiyana tendurist ya li kompleksa werzişê tê dayîn bûne. Jinên beşdarvan bi eleqe û kêfxweşiyeke mezin van xebatan pêşwazî dikin.
 
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê ve hat dayîn, hate diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî hem di warê tenduristiya kesayetî baş dike û hem jî stresa di warê jiyanî de ji holê radike. Di heman demê de aramiya derûnî û pêwendiya civakî jî pêş dixe. Kursên ku bi perwerdekarên pispor têne rêvebirin, ji bo beşdaran motîvasyon û rêbernameya pêwîst tê peyda kirin, da ku bigihîjin armanca tenduristiya kesane.
 
Ji bo gelê herêmê û navçeya Peyasê, di warê jiyana tenduristiyê de ku hatiye destpêkirin, tê plankirin di pêşerojê de xebatên xwe berfirehtir bikin.