
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
- 15:43 10 Nîsan 2025
- Ramyarî
ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erdogan de bi dawî bû. Hevdîtin, saetek û 25 deqeyan domiya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin li Kulliyeyê hate kirin û bi dawî bû.
Hevdîtin saetek û 25 deqeyan dom kir. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin jî tev li hevdîtinê bûn.
DEM Partî dê di saetên pêş de têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.