Îdianameya Rahîme Karvar hat amadekirin

  • 11:15 8 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di îdianameya derheqê rojnameger Rahîme Karvar hat amadekirin û danişîna ewilê dê 12'yê Hezîranê de bê dîtin. 
 
Rojnameger Rahîme Karvar di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin û di 21’ê Çileyê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Îdianameya der heqê Rahîme Karvarê de hate amade kirin. Rahîme Karvar ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin û ev îdianame ji hêla 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. 
 
Di îdianameyê de dîroka PKK’ê û avadaniya KCK’ê hatin vegotin û çapemeniya Kurd girêdayî PKK û KCK’ê hatin kirin. Di îdianameyê de hate bibîrxistin ku Rahîme Karvar bernameya bi navê “Mercek”ê pêşkeş kiriye û weşandina vê bernameyê ya di Medya Haber TV’yê de weke sûc hate nîşandan. Hat destnîşankirin ku di bernameyê de mijara “tecrîdê” hatiye nirxandin û bi vê boneyê jî îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin. 
 
Îdianame ji 36 rûpelan pêk tê û danişîna ewil a dozê dê di 12’yê Hezîranê de bê lidarxistin.