
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê sibehê bi Erdogan re bicive
- 13:30 9 Nîsan 2025
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan ragihand ku ew ê sibehê bi Şanda Îmraliyê re bicive.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê sibehê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike.
Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de got, "Meseleyên girîng hene, wek mînak Tirkiyeyek bê teror. Bi îzna Xwedê, em ê vê pêvajoyê bi awayekî ku ji bo welatê me bi sûd be biqedînin. Sibehê, em ê şandeya DEM Partiyê qebûl bikin û îradeya xwe ya ji bo gihîştina armanca Tirkiyeyek bê teror piştrast bikin."