
Ev 6 roj in agahî ji zaroka windabûyî nayên girtin
- 15:07 12 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Ji zaroka bi navê G.Ç. ya winda 6 roj in tu agahî nayê girtin.
Li navçeya Çermik a Amedê, hat diyarkirin ku ji 7'ê Nîsanê de agahî ji zaroka bi navê G.Ç. nayê girtin û hat îdakirin ku ew ji aliyê kesê bi navê M.Y. ve hatiye revandin.
Li ser îxbara malbatê hat diyarkirin ji ji bo G.Ç. bê dîtin lêgerîn hatiye destpêkirin.