
Doza ku 10 rojnameger jê tên darizandin hat taloqkirin
- 16:09 11 Nîsan 2025
- Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza ku 10 jê rojnameger bi giştî 14 kes jê ji ber protestokirina qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tên darizandin, hat taloqkirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina qetilkirina rojnamegeran, di 21’ê Kanûna 2024’an de li Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Bi boneya ku tev li çalakiyê bûne, der heqê 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Kesên tên darizandin û parêzerên wan û nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) û gelek rojnameger tev li danişînê bûn.
Di dozê de rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên Yenî Yaşamê Osman Akin, Enes Sezgîn, Can Papîla, edîtora Ajansa Nûçeyan Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegihana rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl unal, siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsun Saglam û Pelîn Laçîn û Yagmur Fîlîz jî bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatin darizandin.
Şandeya dadgehê ji ewil der heqê kesên ji îdiaya “Muxalefeta li dijî civîn û xwepêşandanan” tên daraizandin biryara “bêrayetiyê” da û xwest ji Dadgeha Giştî re were şandin.
Can Papîla, di parastina xwe de got ku bi hişyariya ewil re mudaxile hatiye kirin û hatine binçavkirin. Papîla, daxwaza beraetê kir. Gulistan Dursun jî got: “Bîranîna du rojnamegerên hatine qetilkirin mafê me yê qanûnî ye. Di destpêka çalakiyê de em hatin derbkirin û binçavkirin. Li gorî min berzkirina dirûşman sûc nîne. Beriya daxuyaniyê nasnameyên me hatin standin. Hêj em negihiştin cihê daxuyaniyê em hatin binçavkirin. Piştî em hatin dorpêçkirin hişyarî hate kirin û nehiştin em belav bibin.”
Hayrî Tunç jî got ku bi îşkence û lêdanê hatine binçavkirin û stûyê wî hatiye şidandin. Haci Ugîş jî got ku ji ber qetilkirina rojnamegeran tev li daxuyaniyê bûye. Îmam Şenol jî anî ziman ku polîsan nehişt girse belav bibe û got: “Weke Elewiyan zilm li kê were kirin em li dij disekinin.”
Enes Sezgîn jî anî ziman ku rojnamegeran dema şerê li Sûriyeyê dişopand hatine qetilkirin û got: “Li vir bangek hate kirin û ez jî ji bo rojnameger neyên qetilkirin tev li daxuyaniyê bûm. Li vir, rojnamegerî hatiye qetilkirin. Lewma çûna min a wir berpirsyartiyeke min a sereke ye. Em ê her tim rojnamegeriyê biparêzin. Li holê sûcek tune ye.”
Osman Akin jî got ku wî pankarta rojnameger Hero Bahaddîn hilgirtibû û got: “Min ew rojnameger nas dikir. Ev kes hatin ‘terorîzekirin’ û qetilkirin. Ez jî ji bo li dijî vê bisekinim li wir bûm. Piştre em rastî êrişa hêzên ewlekariyê hatin.”
Pinar Gayip jî got ku dema li ser payerêyê disekinin hatine binçavkirin, çêr û heqaretên zayendperest li wan hatine kirin. Pinar Gayip, got: “Nazim û Cîhan li Rojava hatin qetilkirin. Li ser wesayîta wan çapemenî dihat nivîsandin. Di Peymana Cinevê de ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, têkildarî rojnamegeran xal hene. Îsraîlê jî rojnameger qetil kir. Dema me protesto kirî tu tiştek nehat kirin. Tu pêdiviyên me nehatin cîbicîkirin. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li me hate ferzkirin. Her karê me weke sûc tê nîşandan. Rojnamegerî sûc nîne. Em ê li Rojava, Filistîn û her derê rojnamegeriyê biparêzin.”
Serpîl Unal jî got ku Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnameger in lewma ew parastine û got: “Yên ku divê bên darizandin ne em, ew kes in ên ev biryar dane.”
Parêzera Can Papîla, Pelîn Kimiz got ku miwekîlê wê “propagandaya rêxistinê” nekiriye, çalakî dikeve ber azadiya xweîfadekirinê, dirûşmên hatine berzkirin li gorî biryarên DMME’yê sûc nînin û daxwaza beraetê kir.
Parêzerê Gulistan Dursun, Bulent Kaya jî got ku biryara qedexeyê “hiqûqî nîne”, kesên tên darizandin beriya çalakî were lidarxistin hatine binçavkirin û polîsan nehiştine miwekîlên wan belav bibin.
Parêzerê Haci Ugîş, Ferat Bogatekîn jî got ku yên tên darizandin rojnameger in, tevlibûna wan a çalakiyê “însanî” ye, çalakî qanûnî ye, tu hêmayên sûc nînin û daxwaza beraetê kir.
Parêzera Enes Sezgîn, Şule Recepoglû jî got ku der heqê rojnamegerên hatine qetilkirin de gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî daxuyanî dane, çalakiya hatiye lidarxistin qanûnî ye û daxwaza beraetê kir.
Parêzerê Pinar Gayipê, Şukru Alpsoy jî anî ziman ku dewletê sûc kiriye û pirsa “Ma TSK ji kirina sûc azade ye?” kir. Alpsoy, got dema kesek di navbera mafên mirovan û dewletê de ma divê aliyê mafên mirovan bigire. Alpsoy, diyar kir ku rojnameger hatine qetilirin û gotina vê weke sûc hatiye nîşandan û wiha pê de çû: “Mafê civîn û xwepêşandanan girîng e. Hûn mecbûr in mafê xwepêşandanê yên ne li ser fikra we biparêzin. Heke hûn qedexe bikin, ji bo vê divê hêmayên cidî hebin. Di biryarê de dibêje ‘dibe ku kesên hestiyariya wan a civakî heye êriş bikin.’ Anku kesên dê êrişî mafê destûra bingehîn bikin hatine parastin. Weke encam, hêmayên her du sûcan jî çênebûne.”
Danişîn hat taloqkirin
Dadgehê biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku dosyayên rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsun Saglam, Pelîn Laçîn û Yagmur Fîlîz bên cudakirin û ji Dadgeha Cezayên Giştî re were şandin. Dadgehê, ji bo mutalaaya der heqê kesên din de were amadekirin, danişîna dozê taloqî 27’ê Gulanê kir.
Parve bike: