Hevseroka EKO-DER’ê: Çareserî pêk neyê wê jiyana li Îdirê zehmet be

  • 09:05 12 Nîsan 2025
  • Ekolojî
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Hevseroka EKO-DER a Wanê Dîlek Akdag der barê qirêjiya hewayê ya Îdirê de axivî got ku bajar xwedî erdnîgariyek taybet e û  di berdewamiyê de ev tişt got: “Ji bo bajarê di çalê de ye tevgera hewayî pêk bê hewce bi pergalê ku tevgerê çêker diafirîne heye.”
 
Îdîr ku sînorê wê bi Komara Xweser a Nahçîvan a Azarbaycanê, Ermenîstan û Îranê re heye xwedî 200 hezar nifûsî ye û bi 850 metreyî xwedî raqima herî kêm e. Dora wê bi çiyayê herî bilind yê Tirkiyeyê Çiyayê Agirî, çiyayê biçûk yê Agirî (3896 metre), Çiyayê Zor (3196 metre),Çiyayê Kizilca Ziyret (2887 metre), Çiyayê Durak (2811 metre) û Çiyayê Pamuk (2639 metre) dorpêçkiriye.
 
Îdir li Ewropayê bajarê herî zêde xwedî qêrêjiya hewayê ye. Di 2022’an de li Cîhanê kalîteya hewaya 131 welat û 4 hezar û 323 bajarî hatibû pîvan. Di encama vê de di Rapora Qirêjiya Hewayê ya Cîhane de bajarê Îdirê bajarê herî qirêj yê herêma Ewropayê bû. Yek ji sedema herî zêde ya qirêjiya bajar, di çalê de bûn û dora wê bi çiyan dorpêçkirinê ye. Her wiha santrala Nuklerê ya Mesamor a li Ermenîstan-Tirkiyeyê, betonbûn û egsoz, komir sedema qirêjiyê ye. Ev qirêjî bandorek neyînî li ser jiyana zindiyan û welatiyan dike, dibe sedema nexweşên pençeşêr, koah û astimê.
 
Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (EKO-DER) Dîlek Akdag der barê qirêjiya hewayê ya Îdirê de axivî.
 
Sedema qirêjiya hewayê
 
Dîlek Akdag da zanîn ku encama lêkolînên li Ewropayê hatiye kirin Îdirê bajarê herî qirêj e û got: “Sedema vê jî ev e ku Îdir di çalê de ye û dora wê bi çiyan dorpêçkirî ye. 200 hezar nifûsa wê heye. Her wiha avahiyên bi beton, egzoz û komira bê kalîte dibe sedema qirêjiyê. Bi raqima 800’î bajarê herî di çalê de ye.”
 
‘Santrola nuklerê zirarek mezin didê’
 
Dîlek Akdag bilêv kir ku çavkaniya debarê ya herî mezin a bajar sewalkarî û çandinî ye û got: “Ji ber koçberiyan çandinî û sewalkarî kêm bûye, avahiyên beton zêde bûne. Ji ber surkulasyona hewayê ji ber çiyan kême, bajar qirêj e. Her wiha santorla Metsamor a Nuklerê jî bandor û zirarek mezin didê. Li gorî lêkolînên dawî nexweşiya koah, pençeşêr û astimê zêde ye. Piranî mirin ji ber van nexweşiyan pêk tên. Ji ber van sedeman çandinî û sewalkarî pir ketiye.”
 
‘Divê mekanîzmayek taybet bikeve jiyanê’
 
Dîlek Akdag der barê sedemên qirêjiya hewayê de axivî û anî ziman ku ji ber erdnîgariya bajar pirsgirêk tên jiyîn û got: “ Tedbîr nayên girtin. Divê pergalê tevgera çêker a ku tevgera hewayê ava dike pêk bên. Divê mekanîzmayek çareseriyê ya taybet bikeve jiyanê. An jî wê jiyan li bajar tune bibe.Çi ji bo kêmbûna qirêjiya hewayê hewce bike em ê bikin.”