
Prensîbên Sîstema Konfederal a Demokratîk a jinê
- 09:02 2 Gulan 2025
- Jineolojî
"Di esasa rêgeza etîk û estetîkê de nirxandina konfederalîzma jinê girîng e. Ev rêgez nirxan ahlaq û jiyana azad a konfederalîzma jinê ye. Dema mirov di alî şoreş û jiyana ku jinê esas digire de bifkirin ev nirx gelek girîng in."
Çîgdem Doga
Nirxên têginî û teorîk yên girîng ên têkoşîna zayendê hene. Xwebûn, ji mêr veqetîn, veguhertina mêr, nirxên xirîng yên hêzê didin têkoşîna zayendê ne. Ji ber vê jî ji têkoşînekê rêzê destgirtin wêdetir divê têkoşîneke ku hevjiyana azad, çand û felsefe û ahlaq pêş dixîne û nirxên watedar û azad diafirîne bê dest girtin.
Di jiyana civakî de qelsbûna têkoşîna zayendî rê li ber zêdebûna êrişên şerê taybet a serdestiya mêr vedike. Di civakê de li dijî jinan pêkhatina sûcan ji ber qelsiya hişmendî û rêxistibûna jinê pêk bê. Ji ber vê jî têkoşîn û rêxistibûna jinan a li dijî serdestiya mêr feze. Êrîşên zayendperest tên pêşxistin, ev jinan qels dike, ji ser vê jî hewl tê dayîn jin û mêr teslîm bên girtin. Ev rêbazên şerê taybet û serdestiyê ne.pêşxistina têkoşîna zayendî wê van êrîşan vala derxîne. Têkoşîna zayendê heman demê de rêbazek girîn g têkşoîna parastina cewherî û siyasî ye. Bêyî desthilatdarbûnê xurtbûn, bi bandorbûn feraseta hêza esas a jinê ye.
Di rêgeza têkoşînê de aliyekî stratejîk jî parastina cewheriye. Şerê taybet yên dewletan û li aliyê din jî bi çanda kapîtalîst de civak ji rê tê derxistin û ji jinan destpê bikin li hemû civakê belav dikin. Li aliyê din jî jinan qetil dikin, davêjin zinanan, îşkenceya lê dikin û dixwazin wisa biçewisînin, hêza têkoşînê ya jinan bişkînin. Li dijî van êrîşa xweparastin, heman demê de têkoşîna parastina hebûnê ye.Li dijî faşîzma mêr a ser4dest pêkanîna parastina cewherî esas e.
Li dijî vê pergala ku hewl dide îradeya jinên teslîm bigire xwe parastin gelek girîng e. Li dijî şerên ku mêr derdixin jin bê parastin bimînin wê hemû hevsengiya jiyanê xera bibe. Ji ber vê jî pêkanîna parastina ceweherî ferz bûye. Pêşxistina hişmendiya parastina cewherî û zêdekirina teşeyên rêxistibûnê, yek ji peywira girîng a konfederalîzma jinê ye.
Li dijî vê bilindkirina pîvanên azadiyê, têkoşîna azadî û îdeolojîk girîng e. Pîvanên azadiyê nakevin bin bandora şerê taybet a serdestan. Ji ber vê jî divê rêxistibûneke ku parastina cewherî xurt dike bê pêşxistin. Sûc û pirsgirêkên der barê jinan de tenê ji dadgeh û qanûnên dewletê re nayên hiştin ku ji xwe yên van sûcan organîze û teşwîq dike dewlet bixwe ye.
Di esasa rêgeza etîk û estetîkê de nirxandina konfederalîzma jinê girîng e. Ev rêgez nirxan ahlaq û jiyana azad a konfederalîzma jinê ye. Dema mirov di alî şoreş û jiyana ku jinê esas digire de bifkirin ev nirx gelek girîngin.
Êdî her kes dizane ku yê ahlaqê civakî yê ewil afirandiye jin e. Ahlaqê civakî afrîneriya civakiye. Dîsa di gerdun, xweza û civakê de xweşikbûn heqîqeteke ku ne li ber nîqaşan e. Berovajîkirin û sextekirina xweşikbûnê mijarek cudaye lê xweşikbûna rastîn xwedî bandoreke bi heybete. Di şoreşa ewil a jinan de nirxên etîk û estetîk rolên dîrokî lîstine û jinan pêşengiya vê kiriye. Ji ber vê Xwedavendê pêşengiya civakê kiriye, peykerên wê hatine çêkirin û dema civaka xwezayî de bûye kirdeya pîrozî û hunerê.
Belê niha dema em duyemîn şoreşa jinê pêk tînin, peywirên etîk û estetîk mijara gotinê ne. Ji ber di alî pêşxistina kesên azad- civaka azad de ev rolên girîng dilîzin. Di konfederalîzma jinê de etîk û estetîk,kesên bi ahlaq-azad û saxlem pêş dixîne û civakê jî pêş dixîne.
Ahlaqê qazadiyê di civakê de û bi jinan re estetîkbûnê îfade dike. Ji ahlaq, manewiyatê qûtbûn ne ferasta estetîkê ye. Ahlaqê azadiyê bi tena serê xwe xweşikbûnê îfade dike.
Jiyankirina ahlaqê civakê û estetîka wê feraseta esas e. Ev feraset tê wateya ku jin di xebata konfederal bi can û dil dixebitin. Kîjan xebat dibe bila bibe hebûna hedefê gelek bi bandore. Xebatek taxê, xeabatek aboriyê ya weqfê, çi dibe bila bibe divê li gorî etîk û estetîkê pêş bikevin.
Yek ji pîvana serkeftinê jî ev e. Divê qadê aydê jinan hebin, her tim xîtabê dil û çav bikin û balê bikşînin. Yanî pêkanîna xebatên konfederalîzma jinê ne tenê ku bila bên kirinê, divê xweşik û watedar bên kirin. Divê her tim cudabûna jina azad derkeve pêş.
Kesên xebata vairina pergala konfederal a demokrtîk dimeşînin divê mijara etîk û estetîkê, wek peyewir bigirin dest û di vê esasê de xebatan bimeşînin.
Wek encam;
Dema xetên esas yên pergala konfederal a jinê bê diyarkirin mijara esas ev e ku divê rastiya mirovahiyê teqez bê vegotin. Dema pergal mirovên xwe pergala xwe ava dikin, faktora mirovahiyê girînge. Pergala tê xwestin bê pêşxistin, mirovê bûye model û mînake. Di vî alî de kadroyeke wan ya ku dil dabe û jiyana xwe dabe ser, wê demê ev pergal wê hebe.
Şoreşa jinê û kofederalîzma jinê çalakiyeke, terz û sekna jiyanê ye. Yên ketibin vê behrê, xwe li vê xweşikbûnê dipêçin û dibin çalakî. Otorîteyek demokratîk û cidiyetê, guhertinê pêş dixîne. Belkî her tiştî hema çareser neke lê bi teşeyê tevlibûna etîk û ahlaqê dibe hêviya çareseriyê û hêza xwe didê.
Dîrok derfetê dide me ku em jin qedera xwe ji nûve bi destê xwe binivîsin. Nivîsandina vê qederê bi pênûsa xwser û hêza xweser a konfederalîmza demokratîk nivîsandin, wê jiyanê hem watedar bike û hem jî jinê azad bike.