Bi sewalkariyê debara xwe dike

  • 09:04 25 Hezîran 2025
  • Ked/Aborî
RIHA - Salîha Taşdemîr ya jiyana xwe bi sewalkariyê didomîne wiha got: “Her karek li gorî xwe zehmetiyên wê hene. Lê bêyî hewldan qezenc jî nabe. Divê jin qadên xwe yên kar vebikin.”
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û yên ku herî zêde ji krîzê bi bandor dibin jin in. Lê jin tevî zor û zehmetiyên krîzê, qadên cuda yên kar pêş dixînin û hewl didin ji bin vê rabin. Jinên ku li aliyekî di beşên kar ên xwe dispêrin zayendê de tên sînorkirin, ji bo xwe qadên îstîhdamê diafirînin û li her qada jiyanê xwe heyî dikin.
 
Li navçeya Sêwreg a Rihayê jina bi navê Salîha Taşdemîr (54) ewil çêlekekê digire û piştre vê vediguherîne çavkaniya debarê. Salîha Taşdemîr li navçeyê bi sewalkariyê debara xwe dike.
 
‘Min bi girtina çêlekekê dest pê kir’
 
Salîha Taşdemîr got bi girtina çêlekekê dest bi sewalkariyê dike û anî ziman ku karê dikin ne hêsan e û bêyî hewldan tu tişt nayê bidestxistin. Salîha Aydemîr ev tişt bi lêv kir: “Ez li 20 çêlekî zêdestir dinêrim. Ewil min yek tenê girt. Piştre min berdewam kir. Min ewil yek girt piştre min zêde kirin. Bêyî ked tiştek nabe. Her karek zehmet e. Ji ber vê jî divê her kes derfetên kar ji xwe re biafirîne. 6-7 sal in vî karî dikim.”
 
‘Hemû roja min bi vî karî derbas dibe’
 
Salîha Taşdemîr wiha dirêjî dayê: “Hemû roja min bi sewalan re derbas dibe. Sibehê radibim diçim cem sewalan. Êmê wan didimê. Binê wan paqij dikim. Piştre avê didimê. Rojê sê caran wisa dikim. Bi şîrê ku didoşim jî penîr çêdikim. Hemû roja min wisa derbas dibe.”
 
‘Her tişt biha ye’
 
Salîha Taşdemîr di berdewamiyê de balkişand ser krîza aborî û wiha bi lêv kir: “Êmê sewalan pir biha ye. Ji ber krîzê em zehmetiyan dikşînin. Her tişt biha ye. Tevî her tiştî ez hewl didim. Hevjînê min ji ber nexweşiya xwe nikare bixebite. Carnan dibe alîkar lê her tiştî ez dikim.”