
Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
- 09:07 7 Gulan 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Piştî feshkirina Peymana Stnebolê, tundiya li ser jinan zêde bû û çeteya tundiyê ya ji aliyê rêxistinên jinan û çapemeniyê tê amadekirin tabloyê nîşan didin. Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
12 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jin ji aliyê mêrên pê re di asta derberdanê de, 4 jin ji aliyê gumanbarên ku nêzîkatiya wan nayê zanîn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe, jinek ji aliyê kes nas nakeve hat qetilkirin.
Li Stenbolê 12, Îzmîr 2, Tekirdag 2, Riha 1, Aksaray 1, Samsun 2, Kastamonu 1, Hatay1, Manis 1, Qers 2, Erzirom 1, Denizlî 3, Meletî 1, Konya 1, Afyon 1, Eskişehir 1, Edeneyê jî 1 jinek hat qetilkirin.