Ji Konseya Ewropayê ji bo Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bang
- 10:46 19 Îlon 2026
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Konseya Wezaretên Ewropa di civîna 15-16'ê îlonê ya têkildarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya ji bo Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de bang li Tirkiyeyê kir ku demildest Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş berde.
Li gor Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Komîteya Konseya Wezaretên Ewropa di civîna 15-16'ê Îlonê ya têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya ji bo Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de qebûl kir û bang li Tirkiyeyê kir ku demildest Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş berdin. Komîtê xala 46an a Peymana Mafê Mirovan bi bîr xist û got ku hemû dewletên endamên peymanê ne divê li gor peymanê tevbigerin.
Her wiha komîteyê bal kişand ser qanûna çarçoveyî ya têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di meclise de derbas bû û gotin piştî qanûn pêk hat kesên di dozên PKK/KCKê de hatinê girtin cezayê wan dê bê taloqkirin. Her wiha Komîteyê xwest Tirkiye têkildarî Selahattîn Demîrtaş jî agahdarkirineke berfireh bike da ku ew dê jî vê qanûnê sûd bigirê yan na. Komîte xwest ew qanûn pêk were û bang li Tirkiyeyê kir ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş demildest bên berdan.







