Maratona li Tehranê ket ber lêpirsînê
- 16:06 19 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku dîmenên jinên bê hîcab di maratona li Parka Velayatê ya Tehranê de hatin parvekirin, der barê organîzasyonê de lêpirsîn hat destpêkirin. Berpirsan diyar kir ku tevî soznameya li ser ‘rêgezên îslamî’, hin beşdaran ev rêgez binpê kirine.
Careke din cilên jinan di maratona li Tehranê de bû rojeva dadweriyê. Piştî ku wêneyên hinek jinên bê hîcab ên di pêşbirka li Parka Velayatê de hat lidarxistin li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin, der barê organîzasyonê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Berpirsên werzîşê yên li Tehranê diyar kiribûn ku berê ji bo pêşbirkê ji Konseya Ewlehiyê ya Parêzgehê destûr hatiye girtin û beşdaran, jin jî di nav de, soz dane ku pabendî ‘hîcab û rêgezên îslamî’ bibin. Her wiha ragihandin ku piştî wêneyên hinek jinên bê hîcab di dema pêşbirkê de hatin parvekirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ev ne cara yekem e ku pêşbirkên bezê ji ber awayê cil û bergan an beşdarbûna jinan rastî destwerdana saziyên hikûmetê tên. Di Kanûna 2025’an de, piştî ku wêneyên jinên di maratona Keşê de bê hîcab hatin parvekirin, dadweriyê ragihand ku dozeke qanûnî hatiye vekirin û du organîzator hatine binçavkirin.
Çend roj beriya Maratona Tehranê, nîvmaratona Mahan-Ran ku dihat plankirin li Kermanê bê lidarxistin, ji ber îtiraza Komeleya Semînerên Kermanê yên der barê pêşbaziya jin û mêran bi hev re, hatibû betalkirin.







