Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret peywira xwe bîne cih
- 14:13 2 Gulan 2025
- Hiqûq
RIHA - Şaxa OHD’ê ya Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê rapor amade kir û xwest CPT, TÎHEK û wezaretên edaletê û tenduristiyê peywirên xwe bînin cih.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tokatê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Hevberdevkê Komîsyonê Serhat Kûrt li civîna li avahiya komeleyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku wan beriya niha raporên li ser Girtîgeha Tokatê amade kirine û tê dîtin ku pirsgirêk her ku diçe mezintir dibin.
Serhat Kurt da zanîn ku ji ber ku ferzkirina lêgerîna dev yên li nexweşxane û revîrê qebûl nakin, girtî ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar tên hiştin û wiha got: "Ji ber vê sedemê, muayeneyên tenduristiyê yên girtiyên 7 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, tedawiya nexweşên giran tê xerakirin û rewşa wan giran dibe. Ev yek bi awayekî vekirî binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan û qedexekirina tedawiya li derveyî mirovahiyê ye." Li Kurt da zanîn ku çaresernekerina pirsgirêkên tenduristiyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha got: "Li şûna başkirina şert û mercên tenduristiyê, rêveberî tiştîen nemirovane rewa bike. Rêveberiya Girtîgeha Tokatê ji her binpêkirina mafan a li girtîgehê berpirsyar e. Divê rêveberî bi vê hişmendiyê tevbigere."
Serhat Kurt der barê girtiyên nexweş de ev agahî parve kirin: Şukru Abdo (Hîpertansiyon), Cemal Ozguç (Rîska windakirina çav, katarakt heye), Yunus Şimir (Nexweşê dil), Mehmet Tiryakî (Şarapnel di serî de, Tespîta nexweşiya prostatê) Îzbat Orhan, (nexweşê EFM), Suat Oguz (Ciger, hipertansiyon, prostat, gastrit), Aydin Degîrmencî (Kansera Kolonê), Mehmet Şîrîn Kaya (damarên çep û rast qût bûne), Hasan Demîrtaş (nexweşê behçet) û Omer Yaman, (70 salî, bi nexweşiya hîpertansiyonê dikeve).
Serhat Kurt anî ziman ku ji ber kêmaniya baldariya tibî û şopandina pêwîst nexweşiya girtiyan zêde bûye û wiha got: "Di rêziknameya Nelson Mandela de tê xwestin ku girtî bi heman pîvanê xwedî li xizmeta tenduristiyê derkevin. Lê belê li Girtîgeha Tokatê jî ev pîvan bi cih nayên anîn." Kurt binpêkirina mafan a ku girtiyên nexweş rûbirû dimînin rêz kir. Kurt got ku divê demildest girtiyên nexweş ên giran bên dermankirin û sewqî nexweşxaneyan bên kirin.
Serhat Kurt der barê girtiyên ku înfazên wan hatin taloqkirin û hatin şewitandin de wiha got: "Ji girtiyên di Lijneya Şopandina Îdarî de pirsên siyasî tên kirin û bersivên ku der barê PKK'ê û Birêz Abdullah Ocalan de tên dayîn ji bo dirêjkirina înfazê wek hincet tên nîşandan. Adnan Çelebî 2 caran, Mehmet Sayilgan 5 caran, Ferît Şahîn 6 caran (di lijneya 7'emîn de serbest hatin berdan), Îlhan Talay yek car (di lijneya 2'yemîn de serbest hat berdan) û Kamuran Taş 2 caran înfaz hat taloqkirkin. Înfazên Aydin Degîrmencî û Mehmet Şîrîn Kaya hatine şewitandin."
Serhat Kurt diyar kir ku divê ferzkirina poşmaniyê û pirsên siyasî bên rakirin, dirêjkirinên înfazê bên rawestandin û mafên girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin bên sererastkirin. Kurt hin binpêkirinên mafan ên di rapora 27 rûpelî de cih digirin wiha rêz kir: "Sînordarkirina mafên telefon û banga bi dîmen a girtiyên siyasî yên li saziyên cezayê tên girtin li gorî girtiyên edlî cudakariya li dijî mafên mirovan e. Ji me re hat ragihandin ku lêgerînên li girtîgeha Tokatê gelek caran gihîştine asta tacîza li hemberî girtiyan, pirtûk, weşan û qenalên TV hatine sansurkirin. Sirgûnkirina girtiyan û redkirina daxwazên wan ji bo veguhastina cihên ku malbatên wan lê dijîn mafê rêzdariya jiyana taybet û mafê dermankirinê tên binpêkirin."
Serhat Kurd bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê kir ku ji bo binpêkirina mafan berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha got: "Şert û mercên girtiyên nexweş, şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û muameleya bêhiqûqî ya li ser girtiyan, mafên ku di encama biryarên Desteyên Şopandinê yên Îdarî yên ji ber darvekirinê li saziyên girtî yên înfazê û lêkolîneke bi bandor a îdarî û edlî hatine binpêkirin û divê were dabînkirin Zêdebûna binpêkirina mafan ên li girtîgehan dewam dikin, bang li rayedarên dewletê dikin ku tavilê ji bo avakirina mekanîzmayên kontrolê yên serbixwe li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî, xebatên pêwîst bidin destpêkirin."
Di 5 rûpelên destpêkê yên raporê de danasîn, armanc, rêbaz, hevdîtina li girtîgehê û berhevdana raporên berê yên girtîgehan hene. Di berdewamiya raporê de beşeke berfireh di bin sernavên binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab, pirsgirêka referansê, lêgerînên li hundir, lêgerînên biçûkxistinê, binpêkirina prensîba wekheviyê, desteya şopandina îdarî, pirsgirêka mafê telefonê, azadiya ramanê, mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyana taybet, binpêkirina mafê hêviyê heye. Rapora ku nirxandinên li ser rêveberiya girtîgehê hatine kirin jî di nav de bi encamnameyê û beşa bi pêşniyarên ku ji 36 sernavan pêk tê bi dawî dibe.