Atolyeya Hunerê ya ji Malzemeyên Avêtî dest pê kir

  • 08:48 25 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Di atolyeya ku bi pêşengiya wênesaz Rûken Ekîncî hat lidarxistin de, jinan bi çêkirina berhemên hunerî yên ji malzemeyên avêtî re bal kişandin ser girîngiya veguherandinê. Bi çêkirina fîgurê ‘Şahmaran’ ku yek ji sembolên bi hêz ên mîtolojiyê ye, hêza jinan a veguherîner hate destnîşankirin.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar tevî endamên Meclîsa Jinan beşdarî "Atolyeya Hunerê ya ji Malzemeyên Avêtî " a ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve hat lidarxistin bû. Organîzasyona çalakiyê ya ku li Sûka Keda Jinan hate lidarxistin, hêza afirîner û tevkariya jinan ya civakî derxist holê.
 
Hevşaredar Gulşen Sîncar di axaftina xwe ya li çalakiyê de diyar kir ku jin xwedî potansiyelekê ye ku di jiyana civakî de guhertineke xurt çêbike û destnîşan kir ku Şaredariya Peyasê her tim li kêleka jinan e û bi berdewamî wiha got: "Hêza jinan ne tenê di afirîneriya hunerî de, di her qada jiyana civakî de jî xwedî potansiyeleke girîng a guhertinê ye. Malzemeyên avêtî, çêkirina fîgurê ‘Şahmaran’ ku di mîtolojiyê de sembola zanîn, şifa û bereketê ye, hêza veguherînê ya jinan û roja îroyîn tîne ba hev. Ev atolye ji bo tevkariya jinan rê û rêbazeke hunerî û civakî ye. Ji bo xurtkirina vî milê jinan em ê her cure piştgiriyê bidin." 
 
Berhemên ku di dawiya atolyeyê de derkevin holê, li Bazara Keda Jinan wê bên pêşandan. Çalakiyên bi vî rengî ên ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve ku têne organîzekirin, dike armanc ku di qada aborî, civakî û çandî de jî tevkariyê li xebata jinan bike.