Şêniyên kantona Firatê dê nobeta bendavê dewr bigirin

  • 14:27 25 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kantona Firatê bi sedan kes gihaştin Bendava Tişrînê û ji aliyê şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Ji kantona Firatê bi sedan şênî vê sibehê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ber bi bendavê ve bi rê ketibû. Şênî dema gihaşt bendavê ji aliyê nobedarên ji Reqa, Dêrazor û Tebqayê ve bi coş hatin pêşwazîkirin û bi hev re nimêja înê kir.
 
Girseya ji kantona Firatê ku dê çalakiya nobetê ji xelkê ji Dêrazor, Tebqa û Reqayê ve dewr bigire.
 
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk  û çeteyên wê, çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê bi rêxistin kiriye.
 
Çalakî bi biryardarî dewam dike.