Cismên neteqiyayî xeterê dibarînin

  • 09:50 11 Nîsan 2025
  • Ekolojî
 
 WAN – Bi dehan cismên neteqiyane yên li qadên jiyanê mane xeteriyê ji bo zindiyan dibarînin.
 
Hat diyarkirin ku di avahiya ku berê wek Radara TRTê dihat bikaranîn û di nav sînorên Taxa Kurubaş a navçeya Artemêt ya Wanê da ye, gelek teqemenî bi awayekî bêserûber hatine valakirin. Cismên neteqiyayî yên ku hem li hundir û hem jî li derveyê avahiya ku berê Radara TRT'ê bû, hatin dîtin, jiyana zindiyan û mirovan tehdîd dike.
 
Cihê ku cismên neteqiyayî lê mane, bi taybetî ji bo şêniyên Taxa Kurubaşê, Taşkonak, Çavuştepe û taxên din ên derdorê û şivanên ku di mehên biharê de gelek caran sewalên xwe diçêrînin, xeteriyeke mezin bi xwe re tînin. Nayê zanîn kengê, ji aliyê kê ve û bi çi armancê ev cismên bi xeter li vêderê hatine valakirin.  Şêniyên taxê bang li rayedaran kirin ku demildest li dijî vê xeteriyê bikevin tevgerê.