
Sevda Karaca: Têkoşîna hevpar ferz e
- 09:07 26 Gulan 2025
- Ramyarî
Melek Avci
ENQERE - Parlamentera Partiya EMEP’ê Sevda Karaca der barê pêvajoyê de axivî û da zanîn têkoşîna hevpar ferz e û got: “Rojên pêş de em ê civîn, konferans û komxebatên ‘Karker aştiyê diaxivin’ pêk bînin. Em dixwazin bi daxwazên karkeran û daxwazên gelê Kurd re zemînek hevpar ava bikin û biaxivin. Em dixwazin derxin holê ku alîgirbûna çîna karkeran çima girîng e.”
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde PKK’ê di navbra 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û daxuyan ku wan têkoşîna çekdarî bi dawî kirin. Bi van geşedanan re li Rojhilata Navîn geşedanên nû jî afirîn. Lê hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gavek nehatiye avêtin.
Parlamentera Partiya KED’ê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca der barê pêvajoyê de, zemîna nû ya têkoşînê de axivî û got ev ne tenê çareseriyek siyasî ye heman demê de avakirina çareseriyeke civakî ya ku gel bi awayekî aktîf alîgirê wê ye.
‘Têkoşîn ketiye astek nû’
Sevda Karaca da zanîn ku ew di pêvajoyek girîng de ne û wiha got: “40 sal in êşên giran tên jiyîn. Em niha di pêvajoyek girîng de ne û heman demê de pêvajoyek têkoşînê ye. Ya rast êdî têkoşîn ketiye astek nû. Kongreya PKK’ê û nîqaşên piştî vê, ev nîşanê me da ye. Lê desthilatdarî hewl dide ser vê têkoşînê bigire, gavên divê bê avêtin hepsê pêşerojek dûr dike û tenê mijarê dadixîne berdana çekan.”
‘Divê welatî bibin aliyên daxwaz û têkoşîna hevpar’
Sevda Karaca wiha dirêjî dayê: Pirsgirêka Kurd bi gelek pirsgirêkên demokrasiyê yên welat re ketiye nava hev. Ji bo çareseriyek rastîn divê welatî bibin aliyê têkoşîn û daxwazên hevpar. Bêbaweriya li hember desthilatdariyê li holê ye. Divê desthilatdarî di nîqaşên çareseriyê de gel, kedkar hepsê kevana ‘Tirkiyeya bê teror’ nebin. Dema pêvajo weke pêvajoyek nû ya têkoşînê neyê dîtin wê riya aştiyê ji welatiyan bê revandin. Divê zemîneke têkoşîna hevpar a daxwazan bê rojevê.”
‘Mijar ne tenê bêdengbûna çekan e’
Sevda Karaca destnîşan kir ku mijar ne tenê bêdengkirina çekan e û wiha bi lêv kir: “Ji bo careke din çek neyên axaftin, divê çi bê kirin. Divê ev bê nîqaşkirin. Ev nîqaşkirineke civakî ferz dike. Divê di nokteya bidawîbûna şer de fikr û nêrîn, daxwaz bên dîtin. Bi salan e muxalefet û hemû aliyên aştiyê û demorkasiyê balê dikşînin ser berpirsyariya meclîsê. Niha jî dibêjin ‘Hela bila PKK’ê kongreyê bike, dest ji çekan berde em ê binêrin.’ Piştî kongre û daxuyaniyan desthilatdarî berpirsê esas ê pêvajoyê ye. Nikare ji berpirsyariyan bireve û xwe bide aliyekî. Ji ber vê jî divê komîsyoneke li meclîsê bê avakirin û ligel vê tevlibûna hemû aliyên civakê ya pêvajoyê em girîng dibînin. Di komîsyoneke wisa de tenê gogê navêjin ber partiyê meclîsê. Divê hêzên ked û demokrasiyê, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, gundiyên hilberîner, komên baweriyan vê bixwazin. Di pêvajoya avakirina komîsyonek wisa de divê şert û merc bên avakirin.”
‘Wê zemîna têkoşîna maf xurt bibe’
Sevda Karaca her wiha balkişand ser geşedanên aborî yên piştî îhtîmala aştiyê hatiye axaftin şûnde û bandora wê ya li ser karker, kedkaran jî axivî: “Bêdengbûna çekan di her alî de zemîna têkoşîna rêxistibûna karker û kedkaran xurt dike. Wê zemîna têkoşîna maf xurt bibe. Divê em vê tabloyê bibînin. 10 salên dawî de li hemû herêman talanek xwezayê heye. Çavkanî pêşkêşî sermayedarên herêmî û biyanî hatin kirin. Li her derê qirkirina daran, xebatên madenê hatin meşandin. Ji ber şewatan bi hezaran hektar zevî tunebû. Di vê pêvajoyê de hemû gelan ev dîtin û jiyan. Divê kedkar jî xeta têkoşînek nû biafirînin.”
‘Dema daxwazên jinan neyên dîtin derfetên aştiyê jî teng dibe’
Sevda Karaca diyar kir ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ DEM Partî bi baskên jinan yên partiyên siyasî re hatiye gel hev û got: “DEM Partî beriya vê em her tim bûn hêza tifaqê. Em di mijara daxwaza gelan de bûn yek. Bi taybet di mijara nîqaşkirina pirsgirêka jinên Kurd de em bûn kedkarên hevpar yên însiyatîf, platforman. Mînak ‘Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê’ encama vê bû. Dema Rojava di bin êrîşan de ‘Pirên xwişkbûnê’ jî mînakek din bû. Me der barê girtiyên jin de xebatên hevpar meşandin. Ev û gelên din, tecrubeyên me yên dîrokî bû. Di pêvajoya em tê de derbas dibin de rastiyek aşkera heye. Desthilatdarî pêvajoyê li dora ‘Tirkiyeya bê teror’ xêz dike. Dixwaze plana wan bimeşe, gel ji dûr vê bê hiştin. Ji tecrubeyên berê em dizanin, di nokteya ku daxwazên jinan neyên dîtin de derfetên aştiyê jî teng dibin.”
‘Me bi jinan re nîqaş kir’
Sevda Karaca destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze her tiştî li gorî berjewendî û bekaya xwe bike wiha dirêjî dayê: “Lê ger ku ev ast pêvajoyeke têkoşîna nû be, hewcedariya me jinan jî bi alavên têkoşîna nû heye. Em di vê mijarê de hemfikr in. Em wek Partiya Kedê sê meh in ‘kampanya ‘kare bi ewle, sendîka bê bendav, greva bê qedexe’ dimeşînin. Ev kampanya me rastî dema ku nîqaşên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd hatin. Me bi karkerên jin yên neyînî nêzî pêvajoyê dibin de nîqaşên ev pêvajo pêvajoyeke têkoşînê ya hevpar e kir. Em wek Partiya Kedê tevlibûna jinan pêvajoyê bi dînamîkan ava dikin. Lê hewcedarî heye ku em her partî û rêxistinên jinan heta dikarin xwe bigihînin jinan û vê nîqaş bikin. Nîqaşên bi tevgera jinên Kurd re girîng in. Ji bo zemînek nîqaşê ya hevpar rolek girîng girtin ser xwe.”
‘Divê welatî bibin aliyê demokrasiyê’
Sevda Karaca der barê xebatên pêvajoya pêş de jî axivî û wiha domand: “Divê welatiyên li Tirkiyeyê bibînin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de bibin alî û nebin temaşevanên planên desthilatdariyê û bibin aliyên demokrasiyê. Ji bo bibin aliyê aştî, demokrasî û çarseriyê hewce bi baweriyê heye. Ev rastiyek e. Rojên pêş de em ê civîn, konferans û komxebatên ‘Karker aştiyê diaxivin’ pêk bînin. Em dixwazin bi daxwazên karker û daxwazên gelê Kurd re zemînek hevpar ava bikin û biaxivin. Em dixwazin derxin holê ku alîgirbûna çîna karkeran çima girîng e.”