Li Wêranşarê tûfrengî bi destê jinan tên çandin

  • 09:04 7 Gulan 2025
  • Ked/Aborî
RIHA - Li navçeya Wêranşar a rihayê fêkiya tufrengî ku cara yekem tê çandin, bi keda jinê tê gîhandin. Adalet Vural a hilberîna tûfrengê dike diyar dike ku bi hezkirin karê xwe dikin.
 
Fêkiya tûfrengî ya lwek fêkiya herêmên Marmara, Akdenîz û Egeyê tê zanîn, li taxa Kela Çemdîn a Wêranşar a Rihayê bi destê jinan tê çandin. Îsal ji bo cerebandinê li taxê çandina tûfrengê hat kirin û vê cotkarên jin kêfxweş kir.
 
Cara yekemîn hat ceribandin û serkeftî bû
 
Adalet Vural ku got birayê wê li Antalyayê tûfrengiyan diçîne û piştî vê biryar daye ku li Wêranşarê jî biçîne got: “Birayê min çend sal berê li Antalyayê ev kar kiribû. Got hûn jî li ser axa xwe biçînin. Me jî çand û serkeftî bû.”
 
‘Em bi hezkirin dikin’
 
Adalet Vural daxuyakirin ku ji bo tûfrengiyan kom bikin sibehê zû diçin ser erdan û got: “Berê ji ber hewa cemidîbû em saet di 08.00’an de diçûn û 12.00’an de dihatin. Lê niha ji ber germê em saet di 06.00’an de diçin û 12’an de diqetînin. Dema em dixebitin aliyekî wisa zehmet jî tune ye. Em bi hezkirin karê xwe dikin.”
 
Keda jinê
 
Adalet Vural wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê hatina me têrî lêçûnên me nake. Em jin li ser erdan dixebitin. Piştî vê em diçin malê li malê dixebitin û em li sewalên xwe li zarokên xwe dinêrin û karê malê dikin. Tevî hemû zehmetiyan em debara xwe dikarin bikin.”
 
Jina bi navê Havva Vural jî ku li ser erd dixebite da zanîn ku tevî cara yekemîn li Wêranşarê tûfrengî hatiye çandin jî berhemek baş girtine û wiha got: “Du mehan me gîhayên qadê kom kir. Me 5 caran ev kar kir. Piştî tûfrengî derketin me ewi l10-15 kase kom dikirin. Lê niha hîn zêdetire.  Ji ber ku em du germê de nikarin herin em sibehê zû diçin kom dikin.”