
Li Îdirê tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
- 20:03 28 Gulan 2025
- Rojane
ÎDIR- Li Îdîrê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi du xwişk hev Elmas Çakmakçi û Hatun Çakmakçi qetil kir.
Li gundê Hacîaga yê navçeya Başan a Îdirê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi 2 jin qetil kir.Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Hacîagayê di navbera hevjînên xwişkên hev Elmas Çakmakçi û Hatun Çakmakçi de ji ber nakokiya erd nîqaş derket. Piştî bûyerê gumanbar Mehmet Çakmakçi hat gund û her du xwişk qetil kir.
Cenazeyên jinên ku hatin qetilkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîrê û ji bo girtina Mehmet Çakmakçi jî lêgerîn dest pê kir.