
Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
- 10:31 29 Gulan 2025
- Hiqûq
STENBOL - Îdianameya der heqê rojnameger Elfazî Toral û Sema Korkmaz ku di dema şopandina nûçeyê de hatibûn binçavkirin û Hevberdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû de hate qebûlkirin.
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di daxuyaniya 7’ê Kanûna 2023’yan de polîsan êriş bir ser. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî di 8’ê Kanûna 2023’yan de bi daxuyaniyekê tundiya polîsan protesto kirin. Nûçegihana ajansa me JINNEWS’ê Elfazî Toral û rojnameger Sema Korkmaz ku daxuyanî dişopandin û Edanûr Îbrahîmoglû di vê daxuyaniyê de lêdan xwarin û binçavkirin.
Der heqê her 3’yan de bi îdiaya “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji hêla 25’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo daxuyaniya têkildarî Edanûr Îbrahîmoglû îdiaya “bi propagandaya rêxistinê re dê çalakiyên provokatîf bihatina kirin (…)” hate kirin. Her wiha hat îdiakirin ku girse tevî “hişyariyê” jî belav nebûye.
Di îdianameyê de ji bo rojnameger Elfazî Toral jî hate gotin ku bi kameraya di destê xwe de dîmen kişandiye. Lê belê nehate gotin bê Elfazî Toral çima hatiye binçavkirin. Hate îdiakirin ku di dema binçavkirinê de Elfazî Toralê li dijî polîsan “li ber xwe daye.”
Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de ji bo Sema Korkmaz û Edanûr Îbrahîmoglû berzkirina dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” weke “sûc” hate nîşandan. Dozgerî xwest ku Edanûr Îbrahîmoglû û Sema Korkmaz bi îdiaya “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” bên cezakirin.
Ji bo Elfazî Toralê jî îdiayên weke “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatin kirin.