
Di şahiya ‘Cejna Zimanê Kurdî’ daxwaza ji bo Kurdî statu
- 19:22 25 Gulan 2025
- Çand û Huner
STENBOL- Li Kadikoyê berameya Cejna Zimanê Kurdî tevî baranê bi coş hat pîrozkirin û yekane daxwaza statuya ji bo Kurdî û perwerdehiya bi ziman bû.
Navenda Çanda Mezoptamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînêên Kurdî û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Kadikoy a Stenbolê li Parka Yogurtçu bernameyek pêk anîn. Pankarta ‘ziman hebûna me ye’, ‘statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, cejna zimanê Kurdî pîroz be’ hat daliqandin.
Bername bi atolyeya zarokan pêk hat. Piştre welatiyan ligel stranan tevî baranê govend gerandin.
‘Ziman pêşeroje’
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan axivî û da zanîn kuz iman pêşeroje, nasnameye û divê xwedî lê bê derketin. Remziye Alparslan got ger xwedî lê neyê derketin wê ziman tune bibe.
Xebatkara NÇM’ê Mizgîn Duruk jî bi lêv kir ku wê her tim zimanê xwe biparêzin, pêşengiya ziman bikin û got ziman nasnameya wan e.
‘Em ê têbikoşin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Sumeyye Boz jî got ji bo statuya fermî ya Kurdî têdikoşin û got di qada ziman de xebatan didomînin. Sumeyye Boz bi lêv kir ku wê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ re xebat û têkoşîna ji boz iman bidomînin.
Piştre dengbêj Evîn Sindî, Erdogan Emîr, komara Vejîn,Koma Vora, Koma Mezra Botan, Siya Şevê Akustîk, hunermendên NÇM û Koma Avna stranên xwe gotin.
Her dawî jî kurtefîlma bi navê ‘Çerx’ hat nîşandan.