Hevdîtina Keda Jinan û Çandê bi dawî bû

  • 21:51 25 Gulan 2025
  • Çand û Huner
AMED-Hevdîtina ‘Keda Jinan û Çand Hunerê ya Amedê’ bi roja dawî de bi coş bidawî bû.
 
 Hevdîtina ‘Keda Jinan û Çand Hunerê ya Amedê’ ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a amedê ve pêk hat bi coşeke mezin bidawî bû. Hevdîtina li Qada Şêx Seîd pêk hat di roja dawî de jinan standên xwe vekirin û tevil bernameyê bûn.
 
Di bernameyê de ‘atolyeyên kulîlk û mumê’ pêk hat û jinan berhemên xwe firotin. Hevdîtin bi konserê bidawî bû.  Welatiyandi konserê de ligel stranan govend gerandin.