
Li Artukluyê zarokekî biguman jiyana xwe ji dest da
- 21:26 28 Gulan 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokê 2 salî Muhammed Ozdemîr ku hat îdiakirin ji cihekî bilind de ketiye jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokê 2 salî Muhammed Ozdemîr ku hat îdiakirin ji cihekî bilind de ketiye jiyana xwe ji dest da. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê. Muhammed Ozdemîr yê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Muhammed Ozdmîr li taxa Kabala li goristana malbatê hat definkirin.Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.