Rêxistina Efûyê: Li Sûdanê hêzên paramîlîter destdirêjiyê dikin

  • 10:43 10 Nîsan 2025
  • Cîhan
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di şerê li Sûdanê de roja Pêncşemê bûyerên destavêtin û destdirêjiyê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ve hatin kirin.
 
Di rapora nû ya Rêxistina Efûyê de hate gotin, "HPL li bajarok û gundên li çar aliyên Sûdanê ji bo biçûkxistinê, ji bo xurtkirina hêzên xwe û koçberkirina civakan destdirêjî û destavêtinê dikin."
 
Dîrektorê Herêma Efrîkaya Başûr û Rojhilat ê Rêxistina Efûyê Deprose Muchena got, êrişên li dijî jin û zarokên keç ên ji ailyê hêzên paramîlîter ve hatin kirin 'qirêj e û ji bo biçûkxistinê ye'.
 
Di belgeya ji 30 rûpelî de ku bi sernavê 'Dest avêtin me hemûyan', qala gotinên 30 mexdûran dike ku hin ji wan zarok bûn.
 
Li gorî Rêxistina Efûyê bûyerên tundiyê ji Cotmeha 2023'yan heta Cotmeha 2024'an li çar eyaletên Sûdanê bi taybetî li Darfûr, Hartûm û Cezîre rû dan.
 
Li Sûdanê ji Nîsana 2023'yan û vir ve di navbera artêşa bi serkêşiya General Abdul Fettah el Bûrhan û Hêzên Piştevaniay Lezgîn ên paramîlîter ên bi serkêşiya Mohamed Hamdane Daglo de şer diqewime.
 
Ji ber vî şerî bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 12 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn. Herdu alî bi kirina sûcê şer têne sûcdarkirin.