Berxwedana li dijî kana keviran: Em ê dev ji vê derê bernedin !

  • 09:06 26 Adar 2025
  • Ekolojî

     

Gulistan Gulmuş-Pelşîn Çetinkaya 
 
AMED - Welatiyên ku li dijî kana keviran a li gundê Husikan tê çêkirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew zeviyên xwe nedin şîrketETAN û gotin,"Em li vir sewlkariyê dikin, ger me hemûyan bikûjin jî em vêderê nadin wan."
 
Li gundê Hûsikan ê navçeya Amed Xana Axpar projeya kana qûmê ya Kalyon Înşaat rastî bertekên gundiyan hat. Şîrketa ku li herêma Girgeverê di çarçoveya xebatên di bin çem de dest bi birîna daran kir, di 24'ê Adarê de rastî nerazîbûna gundiyan hat. Di encama mudaxeleyê de Mustafa Alay, Mehmet Can Alay û Fethî Turgay hatin binçavkirin.
 
Şêniyên gund bertekên xwe yên li ser mijarê bi rêya ajansa me parve kirin.
 
'Li vir êrîşî zarokan kirin'
 
Welatiya bi navê Sîdîka: "Em li cihekî bi kevir dijîn. Heywanên me birçî ne, em wan bi van dar û nebatan xwedî dikin. Kes nizane li gund çi diqewime. Li vir zeviyên me firotibûn. Duh leşker hatin û ev der kirin qada şer. Çi hat serê me, tu carî bi kesî nehat. Ji me re negotin ku dê li vir karek hebe."
 
'Zarokên me di bin çavan de ne'
 
Sakîne Alay: "Ev 2 sal e ev toz û dûman di hundirê me de ye. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Li kêleka min malek heye, her ku kamyonek derbas dibe hemû toz û dûman dikeve hundir û em nikarin bi rêkûpêk li mala xwe rûnin. Ji ber vê yekê zarokên me tim dikuxin û nexweş dikevin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji duh ve zarokên me di  bin çavan de ne."
 
'Giliyên me dikin'
 
Hamdiye Abay: "Ji me re dibêjin bila ji cih û warên xwe derkevin. Duh bi çekan ketin nava jin û zarokên li vir. Duh jî me jinek li vir rakir nexweşxaneyê. Dema em dengê xwe bilind dikin, em serî radike, giliyê me dikin."
 
'Keya li vir giliyê çar malbatên li berxwe didin, kir'
 
Azîze Turgay: "Bi kevir û çekan êrîşî vir kirin, em wêran bûn. Şîrket ji vir pereyan qezenc dikin. Em bi derfetên xwe yên heyî dikarin debara xwe bikin. Şîrket nehate cem me û li ser vê yekê tiştek negot. Her tişt tenê ji muxtaran re gotin. Her tiştî bi awayê xwe dikin. Leşker li vir in. Her tim li gund digeriyan. Keya li vir giliyê çar malbatên li berxwe didin, kir. ”
 
'Em mirovên feqîr in, em ê herin ku derê?'
 
Mediya Akgeçît: "Em li vir sewalkariyê dikin, her çiqas me hemûyan bikujin jî em ê vî cihî nedin. Bila me bi tenê bihêlin, axa me tune ku em çandiniyê bikin. Bêyî van çiya û daran em ê çi bikin? Em feqîr in, em ê herin ku derê? "
‘Burayı yıkarlarsa nasıl geçineceğiz’
 
Sureyya Çelebî: "Ajalên me birçî ne, em nikarin debara xwe bikin. Ger ku vê derê xera bikin, em ê çawa bijîn? Rewşa me tune. Mirin hebe jî em ê ber bi mirinê ve biçin, lê em dev ji axa xwe bernadin. Çek li ber çavên zarokan dikişînin, gazê li jinan dibarînin."
 
'Dema kevir avêtin pişta min ez ji hiş ketim'
 
Zîne Akgeçît: "Dema ku kevir avêtin pişta min ez ji hişê xwe çûm. Piştî wê çi bû nayê bîra min. Piştî ku ez hatim ser hişê xwe min got ku em ê vê derê nedin destên xwe. Ji ber ku em li vir bi sewalkariyê dijîn. Ger vî cihî ji me bistînin em ê çi bikin?"