Kate Osamor: Biryara PKK'ê firsendek e

  • 09:14 25 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Karker a Îngilistanê Kate Osamor biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê weke 'firsendeke bêhempa' pênase kir û bang li hikumeta Qraliyeta Yekbûyî kir ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.
 
Parlamentera Partiya Karker a Brîtanyayê Kate Osamor 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd û biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand ku di navbera 5-7'ê Gulanê de hate lidarxistin.
 
Kate Osamor bi bîr xist ku piştî banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn civand, biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da û anî ziman ku wan ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kirine. Kate Osamor got, "Piştî şerê ji dehan salan û windahiya bi deh hezaran kesî, ev gav dîrokî û diyarker e. Ji bo gelên Tirkiye û herêmê firsendeke bêhempa ye ku deriyê aştiyê bi rengekî mayinde veke."
 
Kate Osamor destnîşan kir ku gavên yekalî ji bo aştiyeke mayinde têrê nake û bi dewamî got, "Divê hikumeta Tirk bi berpirsyariya xwe rabe û ji bo ewlekirina mafên bingehîn ên gelê Kurd gavên şênber biavêje. Ji bo aştiyeke mayinde û paşerojeke aram divê hikumeta Tirk dawî li zextên siyasî bîne û gavên şênber biavêje ku mafên bingehîn ên gelê Kurd ewle bike.
 
Zextên siyasî yên li Tirkiyeyê dewam dikin, bi taybetî zextên li ser DEM Partiyê rast nîne. Ev mijar hemû pêwîste weke parçeyekî pêvajoya aştî û danûstandinê bêne nirxandin."
 
Kate Osamor destnîşan kir ku divê hikumeta Qraliyeta Yekbûyî piştgiriyê bide danûstandinên aştiyê yên li Tirkiyeyê û got, "Qraliyeta Yekbûyî divê karibe tecrûbeyên xwe yên ji pêvajoya 'Peymana În a bi Xêr' a li Bakurê Îrlandayê bi kar bîne û tevkariyeke çêker li danûstandinên aştiyê yên li Tirkiyeyê bike."
 
Kate Osamor anî ziman ku di vê çarçoveyê de wê hevdîtinê bi Wezîrê Karên Derve David Lammy re bike, ji Wezîr Lammy bipirse bê li ser mijarên fesixkirina PKK'ê, rewşa girtî ya Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo danûstandinên aştiyê bi hempîşeyê xwe yê Tirk re axivî ye yan na.
 
Kate Osamor di dawiya axaftina xwe de got, "Ez ê bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve bişopînim. Wezîfeya min a li Parlamenta Qraliya Yekbûyî wê ew be ku bibim dengê aştiyê û bikim ku hurmet ji mafên gelê Kurd re bê nîşandan.
 
Ev pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo aramiya herêmê û hiqûqa navneteweyî jî xwedî girîngiyeke mezin e. Divê çareseriyên mayinde, adil û berfireh ên aştiyê bêne xurtkirin."