
9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê destpê dike
- 09:04 10 Nîsan 2025
- Çand û Huner
Pelşîn Çetînkaya
AMED - 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê pêk tê. Endama kordînasyona FîlmAmedê Dîlan Toftîk der barê mîhrîcanê de axivî û got: “Qada Belgefîlmê di heman demê de qada berxwedanê ye. Ji ber em rastî û heqîqetê nîşan didin. Ew jî berxwedanê ava dike. Ji ber wê girîng e.”
9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed wê bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê di 26-30’ê îlona 2025’an de bi dirûşmeya ‘Kok…Li dora agir gotinên rast’ pêk bê. Serlêdan wê di navbera 15’ê Nisan û 1’ê Hezîranê de bên kirin. Nêzî 35-40 fîlm wê bên nîşandan.
Endama Koordînasyona Fîlm Amed DîlanToftîk der barê mîhrîcanê de axivî.
Ji rojên fîlman ber bi mîhrîcanê ve…
Dîlan Toftîk da zanîn ku di 2011’ê de bi rojên fîlman destpê kiriye û Fîlm Amedê her çûye mîsyona xwe guhertiye veguheriye mîhrîcanê. Dîlan Toftîk wiha got: “FîlmAmed di 2011’an de bi hevkariya şaredariya Peyas û navenda hunerê ya Cegerxwîn rojên fîlman da destpêkirin. Piştre veguherandin mîhrîcanê. Îsal ya 9’emîn pêk tê. Heta 2016’an mîhrîcan bi hevkariya şaredariya Peyasê pêk dihat. Lê piştî qeyûman ev rawestiya. Me wek Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn li Amedê bi hevkariya saziyên demokratîk mîhrîcan pêk dianî. Îro dîsa bi heman hevkariyê li heman cihî bi şaredariya Peyasê re em ê mîhrîcanê pêk bînin.”
Serlêdan wê 15’ê Nîsanê dest pê bikin û di 1’ê Hezîranê de bidawî bin
Dîlan Toftîk daxuyakirin ku serlêdan 15’ê Nîsanê destpê dikin û heta 1’ê Hezîranê didome. DîlanToftîk wiha bi lêv kir: “Em bang li fîlmçêkeran dikin. Bila heta 1’ê hezîranê serlêdanê bikin. Mîhrîcan wê di 26-30’ê îlonê de pêk bê. Navbera vê dîrokê de atolye, panel, nîqaşên sînemayê jî wê hebin. Di qada sînemeyê de gelek astengî û sansur hene. Mîhrîcana FîlmAmedê qada azad û berfireh pêşkêş dike. Ji ber vê girîng e. Qada belgefîlmê heman demê de qada berxwedanê ye. Ji ber em heqîqetê nîşan didin. Em bang li hemû fîlmçêkeran û derhêneran dikin. Bila serî li FîlmAmedê bibin.”