Danişîna hevşaredar Besîle Narîn hat taloqkirin

  • 11:57 8 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
AMED -Şahidê eşkere yê doza Hevşaredara Hêne Besîle Narîn Merdan Rûştûovalîoglû diyar kir ku ew nizane hevşaredar kî ye.
 
Danişîna doza Hevşaredara navçeya Hêne  ya Amedê Besîle Narîn ku  bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” lê hatibû vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Besîle Narîn beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Yusuf Çakas amade bû.
 
Şahidê eşkere Merdan Rûştûovalîoglû bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmen (SEGBÎS) teli danişînê bû. Merdan Rûştûovalîoglû da zanîn ku ew Besîle Narîn nas nakin û got, "Navê wê nayê bîra min. Di îfadeyên min ên berê de derew tune ye. Ji ber ku ez nizanim ew kî ye, niha nikarim agahiyeke zelal bidim. Eger bersûc amade be ez dikarim bêjim ka ez wê nas dikim yan na."
 
Dadgehê biryar da ku Besîle Narîn ji bo rûniştina din amade be û danişîn taloqî 26'ê Hezîranê kir.