Heyeta Îmraliyê wê bi Wezareta Edaletê hevdîtinê bike
- 12:34 14 Nîsan 2025
- Ramyarî
ENQERE - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di 18'ê Nîsanê de bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bike.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî ku bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re li Beştepeyê hevdîtin kir, eşkere kiribû ku wê bi Wezareta Edaletê re jî bicive.
Heyeta Îmraliyê wê di 18'ê Nîsanê de saet di 14:00 de bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bike.
Di nava heyeta ku wê bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bike li gel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan her wiha wê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî hebin.