Rûniştina nû ya doza Narîn Guran: 15 gumanbar wê bên darizandin

  • 09:02 13 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
AMED- Li navçeya Rezan a Amedê di 2024’an de zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî hatibû qetilkirin. Yekemîn runiştina îdianameya duyemîn ya der barê  mijarê de hatiye vekirin wê 14’ê Nîsanê  li 17’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Amedê bê dîtin.
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran li taxa Çulî ya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxa 2024’an de winda bû û 8’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin. Der barê qetilkirina Narîn Guran de doza hatibû vekirin, di 28’ê Kanûna 2024’an de biryara wê hat dayîn.
 
Der barê ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Dayik Yuksel Guran de cezayên muebeta giran hat dayîn. Der barê gumanbar Nezat Bahtiyar de jî ji sûcê ‘delîl tune kirine sûc veşartiye û guhertiye’ 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.
 
Baroya Amedê îtîraz kir
 
Baroya Amedê îtîrazê cezayê li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn kirin û serî li Dadgeha Îstînafê dan.
 
Îdianameya duyemîn: 15 kes tên darizandin
 
Piştî biryara doza ewil, der barê xizmên Narîn Guran de ji bo du dosyayên nû îdianame hatin amadekirin. Di vê çarçoveyê de îdianameya pêşkêşî 17’emîn Dadgehe Ceza Aliye y aAmedê hat kirin 21’ê Sibatê de hat qebûlkirin.
 
Di çarçoveya doza Narîn Guran de îdianameya hat amadekirin der barê 4 zarokan de hat amadekirin.Ev doz wê li 20’ê Adarê de li 2’emîn dadgeha zarokan a Amedê bihata dîtin. Lê ev dosya bi dosya ku 12 kesên din dihatin darizandin re kirin yek. Ji bo hemû gumanbaran runiştin wek 14’ê nîsanê hat diyarkirin.
 
Kî tê darizandin?
 
Di çarçoveya dozê de gumanbarên girtî Bîrsen Guran, ap Fuat Guran, amûjn Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, pismam Muhammed Kaya û karkerê Salim Guran, Mehmet Selîm Atasoy cih digirin. Yên ne girtî de jî Şeyma Kaya, Hediye Guran û ap Îbrahîm Halîl, Bariş Kurtuluş û Omer Faruk Guran hene.