Ji bo Pexşan Ezîzî name hat şandin

  • 15:30 23 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Meryem Yehyiwî da zanîn ku Pexşan Ezîzî û jinên din yên Kurd, ji ber Kurdbuna xwe rastî cûdakariyê tên got; “Em ê têkoşîna xwe bidomîn û ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê kar bikin.”
 
Girtiya siyasî Meryem Yehyiwî derbarê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî de, ji girtîgehê peyamek şand.
 
Meryem Yehyiwî da zanîn ku Pexşan Ezîzî û jinên din yên Kurd ji ber jin bûn û Kurdbûna xwe, li girtîgehan rastî cûdakarî û zilmê tên.
 
Meryem Yehyiwî  ragihand ku wê têkoşîna wan ya dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û jinên din yên  siyasî dewam bike û got; “Bivî awayî dixwazin tolê ji rêxistinên civaka sivîl û jinan rakin, lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.